GIRÊ SPÎ - Piştî Serokê AKP'ê û Serokomar Erdogan got "Divê Kobanê têkeve bin kontrola me", şervanên QSD’ê bersîv dan û gotin: “5 sal berê gotin dê Kobanê bikeve. Lê Kobanê li ber xwe da û neket. Em tu carî destûr nadin ku Kobanê bikeve û têkeve kontrola wan."
Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan dîsa gef xwarin û got "Divê Kobanê têkeve bin kontrola me". Bi minasebeta 2'ê mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê Şervanên Hêsa Sûriyeya Demokratîk (QSD) bersîv dan Erdogan ê got “Kobanê ket wê bikeve". Şervanên QSD'ê yên li ser sînorê davbera Girê Spî û Kobanê de eniya şer diparêzin gotin: "Her çend agirbest îlan kirine jî şer didome. Êrîş didomin. Tu wateya vê agirbestê tune ye."
Ji şervanên QSD'ê Zîn Jînda, diyar kir ku berê El Nusra û DAÎŞ'ê êrîşî wan kirin û wiha got: "Berê DAIŞ û El Nusra êrîşî me kirin. Niha êrîşên Tirkiye yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berewam dikin. Tirkiye Bakur û Rojhilat dagir dike. Dixwazin gelê Rojava qetil bikin. Li dijî van êrişan berxwedan didome. Berxwedana me ya li eniyê hem ji bo gelê me û hem jî ji bo gelê cîhanê ye. Ev berxwedan wê tu carî nesekine. Em ê bi yekîtiya gelê xwe bersîvê bidin dagirkeriyê û komkujiyê."
‘ME KOBANÊ JI BÎR NEKIR'
Şervanê QSD'ê Mistefa Kobanê jî bersîv da gotina Serokê AKP’ê Erdogan û wiha got: "Em her roj di nava şer de ne. TSK û eskerên girêdayî wê yên OSO bê navber êrîşî Kobanê dikin. Şervanên QSD'ê 5 sal berê destûr nedan ku Kobanê têk biçe. QSD'ê li ber xwe dan û Kobanê neket. Hevalên me li Kobanê bi berxwedanê êrîşên DAIŞ'ê têk birin. Me çawa DAIŞ têk bir, em ê îro jî hemû êrişan bişkînin. Bila gelê me netirse. Şervanên wan hene.
Her çend bêjin Kobanê ket, Rojava ket jî tu qîmeta wê tune ye. Me destûr neda û em tu carî destûr nadin ku Kobanê bikeve. Me Efrîn û Kobanê qet ji bîr nekiriye. Heta ku em bijîn em ê axa xwe jî biparêzin:"
MA / Nazim Daştan