HATAY - HDP'iyek ku li ser hesabên xwe yê medya civakî parvekirinên li dijî şer kir, bi serdegirtina malê hat hinçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê ve tê meşandin, polisan îro serê sibehê bi ser mala endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Gureş de girt. Piştî lêgerîna li malê, Gûreş bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser medya cviakî ji aliyê polisan ve hat binçavkirin. Hat hînbûn ku polisan piştî binçavkirinê Gureşê birine Miduriyeta Polisan a Îskenderûnê.