MÊRDÎN - Li ser sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bajaroka Dirbêsiyê ya Qoserê de sewqîyata eskerî didome.
Tirkiye piştî di 9'ê Cotmehê de êrîşî Serêkaniyê û Grê sipî kir, di roja 23'an de êrîş û sewqîyata eskerî didome. Niha jî esker û malzemeyên eskerî sewqî ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya herêma Dirbêsiya Qoserê dikin. Şevê din gelek malzemeyên eskerî sewqî Bajaroka Dirbesiyê ya Qoserê kirin.