Nûnerên saziyan: Hemû netew neçar in li dijî terora DAIŞ'ê têbikoşin'

  • rojane
  • 10:40 31 Cotmeh 2019
  • |
img
AMED - Nûnerên Saziyên Civaka Sivîl, 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin û diyar kirin ku Kurdan bi yekîtiya xwe li Kobanê DAIŞ têk bir û xwestin ku hemû netewe li dijî terora DAIŞ'ê têbikoşin. 
 
Gelê Kurd bi ruhê yekîtiye li Kobanê xwedî derketin û di encama şerekî giran de DAIŞ li Kobanê têk birin. Piştî şervanên Kurd DAIŞ li Kobanê têk bir, 1'ê Mijdarê wekî "Roja Kobanê ya Cîhanê" hat îlankirin. Di 5'emîn salvegera 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de nûnerên Saziyên Civaka Civakî û partiyên siyasî nirxandin kirin. Hevserokê Şaxa 2'emîn a Sendîkaya Kedkarên Zanîstî  û Perwerdeyê (Egîtîm Sen) a Amedê Recep Şîmşek Roja Kobanê ya Cîhanê li hemû netewan pîroz kir û wiha got: “Têkoşîna li Kobanê hat dayîn, têkoşîna gelan a aşitî, demokrasiyê ya li dijî terora DAIŞê bû. DAÎŞ di hemû cîhanê de rêxistina terorê te zanîn. Bi taybetî li axa Suriyê û Iraqê hinek qad desteser kirin. Piştî DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kir, gelê Kobanê axa xwe parast û DAÎŞ têk birin. Herî dawî Serokê DAIŞ'ê El Bagdadî di operasyonekê de kuştin. Divê hemû netew li dijî terora DAIŞ'ê têbikoşin. Divê piştevaniya hev bikin." 
 
‘BIRYARDARIYA KURDAN  DAWIYA DAÎŞÊ ANÎ’
 
Hevserokê Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) Mehmet Emîn Guzel, jî anî ziman ku biryardariya gelê kurd dawiya DAÎŞ’ê anî û wiha axivî: “DAÎŞ hêj ji hinek dewletan alikariyê digre. Hêj DAÎŞ gefan dixwe û jicihanê re tehdit e. Hemû dinya dizane ku hêzên Kurdan yên li Rojava kevirek jî ne avêtiye aliyê Tirkiyê. Li gel vê Tirkiye aşkere dijminatiya Kurdan dike. Dema li Suriyê DAÎŞ hebû, Tirkiyê ew ji bo xwe tehdît ndît. Lê niha gelê Rojava tu dijminantiya Tirkiye nake jî, Tirkiye êrîş kir û dixwaze Osmaniyekê ava bike. Eger hûn gelê li wir tune bi hesibînin tu wateya peymanên tune. Divê pêşengên kurdan zû guhdariya gel bikin daxwazên wan pêk bînin."
 
'DÎSA PÊWISTÎ BI RUHÊ KOBANÊ HEYE' 
 
Endamê Şanoya Bajarê Amedê Yavuz Akkuzu jî, diyar kir ku wexta ku ruhê 1’ê Mijdarê ava neb ereb jî, kurd jî wê cihê xwe biguherînin û wiha got: “Wê demê Tirkiyeyê deriyê xwe vekirin û peşmerge çûn Kobanê. Bi yekitiya gelê Kurd Kobanê Rizgar bû. Divê dîsa ew ruh bê avakirin. Gelê me yê Bakûr, Rojhilat, Başûr wek gel tifakeke germ ava kirin. Divê dîsa Ruhê Kobanê bê avakirin. Kobanê bi hezaran kes bûn. Li berxwe didan. 30-40 kes mabûn Lê gelê kurd bûn yek û bi ruhekî mezin piştgirî dan şervanê xwe. Wexta ku em li cem hev nebin kes me nas nake. Divê ewil Kurd bibin tifaq. Em tenê xelasiya Kurdan naparêzin. Em Ermenî Suryanî Ereb tev bi hevre ne. Niha hemû gelê cîhanê bi gelê kurd re ye. Wexta ku kurd bên cem hev û pratîkekê ava bikin, dê bandorê li cîhanê bikin cîhan jî tiştekî pratîk derxe holê. Roja 1'ê Mijdarê li gor min roja ku milet li hember vê wehşetê gavên pratîk bavêjin e." 
 
ŞER LI PEY XWE TALANKIRIN Û WÊRANKIRINÊ DIHÊLE
 
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê Recep  Orûç jî, dazanîn ku şer li ser zarok, jin û civak û xwezaya Kobanê bandoreke mezin kir û wiha got: “Şer her tim hilweşandine. Cihê hilweşandin bebe, nexweşî û travma derdikevin holê. Tahrîbatên derûnî û fîzîkî pêş dikevin. Divê hemû mirov li dijî vê yekê têbikoşe. Mirov dikare bi yekîtî û piştevaniyê van rojan derbas bike." 
 
‘PÊŞKETIN DI YEKITIYA NETEWÎ RE DERBAS DIBE’
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Kesên ku li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên xwe Winda kirin (MEBYA -DER) a Amedê Mustafa Uyguner jî anî ziman ku hovitiya li Rojava ji bîr nekirine û got: “Li Kobanê bi navê mirovahiyê berxwedaneke bêhempa hat pêşxistin. Kurdan çawa wê rojê yekitiya xwe ava kiribin, divê li hemberî hovitiya îro jî bibin yek. Heke wê bi polîtîkayên perçe bike û rêve bibe têk biçin û tiştekî bi navî kurditiniyê nahêlin. Bi gotina ‘ew erdnîgarî ne li gor Kurdan e dixwazin  polîtîkaya Kemera Ereban a ji sala 1960’an heta roja me didome berdewam bikin. Divê kurd li hemberî vê hişyar bin. Pêşketineke baş dest xistine divê vê bi encam bikin. Ev jî di yekitiya neteweyî re derbas dibe." 
 
‘TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAÎŞÊ WATEYA ROJA KOBANÊ MEZIN KIR’
 
Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Rezan Besile Narîn  a zarokê wê di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da diyar kir ku wateya Roja Kobanê ya Cîhanê mezine û wiha got: “Jin, zarok û ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Kobanê wek bajarekî xeyalet hatibû. Wek dayîk û jin hêj birînên me nû ne.”
 
‘NEBIN YEK DÊ PERÇE BIBIN'
 
Narîn da zanîn ku dewletan alîkariyeke mezin da çeteyan û wiha bi dawî kir: “Tevî piştgiriya welalatên cîhanê çete dîsa têk çûn. Bi têkoşîna jinan têk çûn. Rojhilata Navîn li dijî êrîşan dîsa bêdeng in. Divê lidijî şer rawestin û denê xwe bilind bikin. Ger ku em nebin yek emê perçe bibin û em nikarin bibin bersîv." 

Sernavên din

31/10/2019
15:16 Karkerên Somaye: Em ê bi berxwedanê tazmînatê bistînin
14:33 Qeymeqamiyê navê Ceylan Onkol cara duyem red kir
14:32 Vakfa Piştevaniya Jinan rapor nafaqa aşkere kir
14:04 Xaziyê Pirsûsê: Berxwedana we dê serkeftinê bîne
13:50 ‘Komkujiya Pirsûsê kutuya reş a dewletê ye'
13:29 Abdî: Tirkiye hewl dide bikeve bajarê Asûrî Til Temirê
13:20 Karkerê Sûriyeyî li Îzmirê bû qurbana kana Mermer
13:04 Ji ber ku di daneşînê de rewşa wî ne baş bû girtiyên nexweş rakirin nexweşxaneyê
12:46 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 Serokkomar Erdogan destûr neda darizandina Îlker Başbûg
11:38 Ji Kobanê bersîv da Erdogan: Em destûr nadin derbas bibin
11:32 Ji ber parvekirina li dijî şer hat binçavkirin
11:20 Sewqîyata eskerî ya li ser sînor didome
11:13 Li girtîgehê cûdakarî: Ji bo tirkan pir û ji biyaniyan jî kêm xwarin didin
11:10 Dîroknas Temel: Ji bo Kurdan yekîtiya neteweyî nebe nabe
10:40 Nûnerên saziyan: Hemû netew neçar in li dijî terora DAIŞ'ê têbikoşin'
10:16 Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ji bo penaberan bang li rayedaran kir
09:59 QSD: Em li benda muxatabiyê ne
09:46 Eskeran gef li Saglam ê girt xwar
09:42 Ji Twîtterê biryara negirtina reklamên siyasî
09:10 Destûr neda girtî ziyaret bike
09:10 Beriya bibe qeyûm li ser navê şaredariyê biryar girtiye
09:09 Kanar: Dibe ku Tirkiye bê darizandin
09:08 Bi nexşandina şimikan debara xwe dikin
09:07 Xebitîn û kooperatîf ava kirin
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2019'AN
30/10/2019
20:11 Şivan Çetîn ê li Nisêbînê di êrîşa hawanê de birînda bû jiyana xwe ji dest da
20:03 TJA: Em dê li dijî hovîtiya ‘SMO' têbikoşin
17:19 Rojnameger Abdullah Kaya hat berdan
17:10 Destûr nedan navê Mahmût Baksî li pirtûkxaneyê bê kirin
17:02 Rejîma Sûriyê bang li QSD'ê kir: Ji bo şerê Lİ dijî Tirkiyê beşdarî nav artêşê bibin
16:56 276 rewşenbîran bang li NY’yê kir
16:35 Li Wanê qezaya trafîqê: 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn
15:59 57 girtî li Şakranê rastî cezayê hucreyê hatin
15:59 Alîkarê Bagdadî Abdûllah: Erdogan israr kir ku em êrişê Kobanê bikin
15:42 Erdogan: Ne komkujî ye, tehcîr e
15:32 Nivîskarê ‘Şêrgele’ û ‘Efîndîno’ hat bibîranîn
14:39 Danişîna Irmak û Demîrel hat dîtin
14:23 TUAY-DER: Ewlehiya girtiyan nîne, divê rayedar bikevin tevgerê
14:07 Îsraîl hemû nûnertiyên xwe yên dîplomatîk girt
13:44 Li Cizîrê şermezarkirinên qeyûm didomin: Tundî nikarin we rizgar bikin
13:26 Wênesazên jin kuçeyên Sûrê bi wêneyan dixemilînin
13:21 Dundara HDP'î: Wê 29'ê Cotmehê weke darbeya qeyûm bê bîranîn
13:17 MYK'a HDP'ê: Îtîfaqa AKP-MHP'ê li sînorê têkçûnek mezin e
13:16 Nancy Pelosî: Êrîşa artêşa Tirk a li dijî gelê kurd Komkujiya Ermenan bi bîr dixe
12:36 Prof. Morris: Ewropa ji tirsan naxwaze komkujiya ku Tirkiye pêk anîye bibîne
12:08 Di budçeyê de dîsa para herî pir ji xerckirinên parastin û ewlehiyê re hat veqetandin
12:04 Kêliyên diziya endamên OSO ya di bin banê TSK'ê de wiha hat tomarkirin
11:42 Li Farqînê û Hênê 5 kes hatin binçavkirin
11:35 Maçîn: Tenê rêyek li pêşiya kurdan heye ew jî yekîtî ye
11:07 Ji ber wêneyê 11 sal berê di Newrozê de kişandibû parve kir hat girtin
10:43 'Taxa me nîşan dide ku qeyûm tê çi wateyê'
10:34 Wesiyeta dengbêj Mihemedê Xato: Xwedî li dengê min û dengbêjiyê derkevin
10:27 Qeyûm kesê bi îhaleya 352 milyon tl nelirêtî kir xelat kir
10:02 Wê Danîmarka bi temamî firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bide rawestandin
09:52 'Xelata Şervanê Paqij' a Kanadayê îsal dan Mazlum Abdî
09:39 Rexneya OHD'ê ya li ‘pakêta darazê': Bi kevçî didin bi heskê distînin
09:12 'Roja Kobanê ya Cîhanê' çawa derket holê?
09:11 'Heta lêçûnên ji bo eskeriyê neyên kêmkirin wê tu wateyeke budçeyê tunebe'
09:10 Bi dosyeyên ku berê beraat kiribû ji peywirê hat girtin!
09:10 Rojnamevan Oktay a hat berdan: Ji ber ku min rastî nivîsand ez keyfxweşim
09:09 'Mirov nikare bi vî pereyî wekî mirovan bijî'
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2019'AN
29/10/2019
20:20 Li Girtîgeha Tokatê ji 54 girtiyan di 40 girtîyan de nexweşiya Hemoroîdê derket
16:22 DMME'yê di dozek din de jî Tirkiye mehkûm kir
16:14 Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê 14 leşkerên rejîmê dîl girtin
16:09 Ji ber ku negirtin cem dayika wî pitik Mîraz pir giriya
15:16 Ji Hevserokên Giştî yên HDP'ê peyama‘Komara Demokratik'
15:11 Leyla Guven: Hûnê nekarin vîna gelê Cizîrê teslîm bigirin
14:54 Polîsê ku li Mahsertê 2 jin kuştin hat girtin
14:37 KESK: Heta kedkar vegerin karê xwe dê têkoşîna me dewam bike
14:36 Qeyûmê Bismilê 7 karkerî bê hincet ji kar derxist
14:02 Çîçek Kobanê ku SMO'yê bi sejêkirinê gef lê dixwar li Miduriyeta Polisan a Rihayê ye
14:00 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:53 Tîme: Cîhatkarên ku piştgiriyê ji Tirkan distînin li Bakurê Sûriyeyê komkujiyê dikin
13:47 Dema binçavkirina 12 gundiyan dîsa dirêj kirin
13:41 Mamosteyê çapemeniya kurd hat bibîranîn
12:52 Girtiyên nexweş Başdaş û Beştaşoglû hatin berdan
12:51 Mazlum Abdî hûrguliyên operasyona li dijî Bagdadî vegot
12:02 Polisan mudaxaleyî çalakiya şermezarkirina qeyûm kir
11:54 Li Kandirayê cezayê ‘Ne li gorî exlaq cil li xwe kirin’ li parlementerên girtî birîn
11:29 Fermandarê QSD'ê Can: Operasyona Bagdadî di ruyê Tirkiyeyê de mehekê dereng ket
10:56 Leyla Guven: Destê xwe ji Rihayê vekişînin
10:21 Qeymeqam wekî qeyûm tayînî Cizîrê kirin
10:10 Ji welatiyan şîroveya krîza aborî: Her roja ku diçe em feqîr dibin
09:51 Li Şirnexê polisan siyasetmedarên kurd vexwendin'çay û sohbetê'!
09:18 Kedkarê çapemeniya azad: Hem mamoste bû hem hevrê bû
09:17 Polîsên li Elîgorê karker guleberan kirin dan ber lêpirsînê
09:16 Ji bo vegerin ser karê xwe her sibeh diçin ber fabrîkayê
09:16 Fermana Wezareta Dadê: DAIŞ'î û PKK'yî li heman korîdorê hatin bicihkirin
09:15 Aykol: Ji bo Ewropayê jestek kirin û em bi awayekî demborî berdan
09:14 'Îdiaya şandina penaberan bi xwe xofekê dixwe dilê mirov'
09:13 Ji ber xaza xwezayî û ceyranê nikarin sobeyan bifiroşin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2019'AN
08:09 Qeyûm tayînî Şaredariya Cizîre kirin
28/10/2019
18:55 Abdî: Em wekî QSD'ê ji bo yekîtiya neteweyî amade ne
18:08 Çaksu: Tirkiye bi giranî êrişî xeta Zirgan-Til Temirê dikin
17:45 94 meh in ji bo Roboskiyê edaletê dixwazin
16:46 ESP'î hatin berdan
16:37 Li Êlihê qeza: Karkerek mir û 10 karker jî birîndar bûn