ÊLIH - Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr, ji bo xwedîderketina penaberên ku li otogara bajar hatine berdan, bang li saziyên pêwendîdar kir.
Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr, ji bo xwedîderketina penaberên ku ji aliyê qaçaxçiyan ve li Otogara Nav Başaran a Şaredariya Êlihê hatine berdan û dixwazin biçin bajarên cuda, bang li rayedarên pêwendîdar kir. Demîr têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medya civakî ev daxuyanî da: "Penaberên ku ji Afganistan, Pakistan û Îranê hatine û dixwazin biçin bajaren cûda, ji ber ku nikarin bilêtan bibînin, li otogarê dimînin. Ji ber ku mêvanxaneya me ya şaredariyê ku penaberan bike mêvan tuneye,bang li saziyên pêwendîdar dikim ku xwedî li vî rewşa mirovî derkevin."