NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya QSD'ê bi daxuyaniyekê rêbaza bangkirina tevlîbûna Artêşa Sûriyeyê ya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê red kir û ev tişt got: "Li ser navê hevparbûna hewldanên ku tên dayîn, divê sazîbûna leşkerî ya Sûriyeyê ji nû ve bê avakirin û ji bo vê yekê mekanîzmayeke rast bê avakirin."
Banga Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ya ji bo tevlîbûna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya nav Artêşa Sûriyeyê ji aliyê Fermandariya Giştî ya QSD'ê ve hat redkirin. Fermandariya Giştî ya QSD'ê ji ber rêbazê, bangkirina wezaretê rexne kir û ev daxuyanî da:
"Em weke Fermandariya Gişî ya QSD'ê pişgirî didin parastina yekparebûna xakê û şikandin û bi dawîkirina êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî welat û gelê me. Helwesta me ya têkildarî vê yekê ji destpêkê ve diyar e. Ji bo cih girtina di eniyên hevpar de divê ku di bingeha çareseriyeke siyasî de bi nasîna resenî û sazibûna QSD'ê dest pê bike. Li ser navê hevparbûna hewldanên ku tên dayîn, divê sazîbûna leşkerî ya Sûriyeyê ji nû ve bê mîhengkirin û ji bo vê yekê mekanîzmayeke rast bê avakirin.
Endamên QSD'ê li ber çavê hemû Cîhanê, di salên dawîn de li ser navê parastina Sûriye û hemû Cîhanê bi DAIŞ'ê re şer kirine, xîlafeta wan a Sûriye û Cîhanê hilweşandine. Lehengên me pezindayîn û xelatkirinê heq dikin. Pêwistiya wan bi zelalkirin ango efûya derbarê terorîst û sûcdaran de tê dayîn tuneye. Em destnîşan dikin ku QSD saziyeke leşkerî ye û xwe li ser vê sazîbûnê bi rêxistin dike. Em zimanê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ya xîtabî endamên me dike bi awayekî tund red dikin. Em diyar dikin ku divê wezaret li şûna endamên me, rast e rast Fermandariya Giştî ya QSD'ê ku nîyeta wê ya diyalogê heye, muxatab bigire."