STENBOL – Zafer Saglam ê li Girtîgeha Hêjmar 5 a Sîlîvrî girtî ye, diyar kir ku dema birin danişinê û anîn esker û fermandar gef li wî xwarine û gotine "Em kamara bigirin û em her şev têkevin xexna wî"
Girtî Zafer Saglam ê li Girtîgeha Hêjmar 5 a Sîlîvrî, bi rêya nameyekê serpêhatiyên xwe parve kir. Saglam, diyar kir ku dema çû danişînê rastî gefên esker û fermandarê esker hatiye. Saglam, da zanîn ku piştî di 13'ê Kanûnê de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan min bedena xwe da ber agir. hevalên min agir vemirandin û nehiştin çalakiya min bi ser bikeve. Gelek beşên bedena min şewitîn. Ji ber vê çalakiyê cezayê hucreyê dan min. 22 rojan di hucreyê de mam. Li aliyekî cezayê pereyan û li aliyê din 10 meh cezayên din li min birîn. Ez rastî tacîzê hatim. Min xwest bi Kurdî parastinê bikim, lê xwestin heqê tercûman ji min bistînin. Di danişîna 2 û 3’an de bang li min nekirin. Di rûniştina 4'an de ez agahdar nekirim, Saet di 23.00’ê şevê de agahî dan min ku ezê derkevim danişînê. Ez di 17'ê Kanûnê de derketim pêşberî dadger. Ez rastî tacîzek zêde hatim."
'BÊYÎ PARASTINÊ BIKIM CEZA LI MIN BIRÎ'
Saglam, anî ziman ku li danişînê dadger mafê parastina bi kurdî û mafê parêzer ji destê wî girt û bêyî ku parastinê bike ceza lê birî. Saglam, anî ziman ku dema ji danişînê derket esker ew li pêpelokê dahfda û gef li wî xwarine û wiha got: "Dema ez birim li rîngê suyar kirim, esker xwest min bixe xwar. Komandoyê li gel wan got: "Tu dixwaze parastina kurdî bike ha? Komando destê xwe bir çeka xwe û xwest çekê li min bikişîne. Çêr li min kirin û xwest min sor bike." Saglam, da zanîn ku eskerekî din gotiye "Fermandarê min em kamara bigirin û em wisa lê bikin ku em her şev biçin xewna wî" û gef xwariye. Saglam, da zanîn ku nafê Komando nizane, lê ji Xarpêtê ye. Esker jî ji Rize ye û 6 salin esker e.