STENBOL - Ebrû Yeşîlirmak a çû Girtîgeha Hêjmara 9'emîn a Sîlîvriyeyê û xwişka xwe endama Koma Yorûmê Emel Yeşîlirmak dît, xwest dergistiyê xwe Umît Çîmen ê li heman girtîgehê ye jî bibîne. Lê îdareya girtîgehê bi hinceta "ewlehiyê" destûr neda bibîne.
Nûçegihana Kovara Yuruyuşê Ebrû Yeşîlirmak, di 27'ê Hezîrana 2016'an de gava bi wesayîtekê li Taxa Gaziyê ya Sûltangaziyê diçû, polîsan gule bera wê dabû û ji pişta xwe birîndar kiribûn. Piştî tedawiyeke dûr û dirêj hatibû girtin. Di meha Hezîranê de jî polîsan avêtibû ser Kovara Yuruyuşê û dergistiyê wê Umît Çîmen girtibûn. Yeşîlirmak, di 17'ê Tîrmehê de hat berdan. Lê îdareya girtîgehê nahêle dergistiyê xwe yê li Girtîgeha Hêjmar 9'an bibîne.
Yeşîlirmak, bilêv kir ku îdareya girtîgehê bi hinceta "ewlehiyê" destûrê nade. Yeşîlirmak, destnîşan kir ku xwişka wê Endama Komar Yorûmê Emel Yeşîlirmak jî di heman girtîgehê de ye û diçe girtîgehê wê dibîne, lê nahêlin dergistiyê xwe bibîne. Yeşîlirmak, got: "Dibêjin 'emniyetê nivîs şandiye, ji ber lêpirsîna ewlehiyê tu nikarî wî bibînî.' Lê belê nakokiyek heye. Eger pirsgirêkeke ewlehiyê hebe, divê min nikaribûna xwişka xwe jî bidîtana. Ez hem di hevdştina girtî hem jî di ya vekirî de xwişka xwe dibînim. Lê nahêlin destgirtiyê xwe bibînim."
Yeşîlirmak, destnîşan kir ku dergistiyê wê Çîmen ji bo vê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bakirkoyê daye û wê jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê daye.