ŞIRNEX - Di sala 2016'an de qeyûm Cizîrê avahiyeke dîrokî tahsîsî komeleya ku seroka wê Seroka Baskên Jina ya AKP'ê Hatîce Atan e, kiribû. Lê derket holê ku beriya Qeymeqamê Cizîrê Davût Sînanoglû bibe qeyûm, nehiştiye ev avahiya aîdî şaredariyê bê valakirin.
Qeyûmê di 17'ê Mijdara 2016'an de tayînî Şaredariya Cizîrê hatibû kirin, avahiyeke dîrokî ya şaredariyê tahsîsî Komeleya Çand Huner û Pêşxistinê ya Birca Belek kiribû ku seroka vê komeleyê Seroka Baskên Jina ya AKP'ê Hatîce Atan e. Lê belê piştî di hilbijartina 31'ê Adarê de HDP li Cizîrê bi ser ket û şaredarî bi dest xist, xwest ev avahiya aîdî şaredariyê ye bê valakirin. Lê belê bi tu awayî bersiva şaredariyê nehat dayîn. Li ser vê rêveberiya şaredariyê nivîsek ji Qeymeqamtiya Navçeyê re şand. Lê belê Qeymeqam Davût Sînanoglû ku çend roj berê Wezareta Karên Navxweyî ew tayînî şaredariyê kir, berî bibe qeyûm bersiva şaredariyê daye û nehiştiye avahî bê valakirin.