STENBOL - Hiqûqnas Ercan Kanar, destnîşan kir ku sûcê şerî sûcê herî giran e û got, berpirsiyarê kirinên OSO'yê Tirkiye ye. Kanar, got: "Dibe ku Konseya NY kesên sûcên şerî kirine bişîne Dadgeha Ceza ya Navdewletî."
Îdiayên ku tê gotin Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çekên qedexe bi kar aniye û gelek sûcên şerî kiriye, di rojevê de ne û tên nîqaşkirin. Hiqûqnas Ercan Kanar, diyar kir ku Tirkiye ne alîgireke Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ye, lê belê heger Konseya ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) biryarê bide dibe ku kesên sûên şerî kirine bên cezakirin.
‘SÛCÊ HERÎ GIRAN SÛCÊ ŞERÎ YE'
Kanar, destnîşan kir ku divê îdiayên ku tê gotin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nexweşxane hatine bombekirin û bombeyên fosforê hatine bikaranîn bên aşkerekirin û got: "Rêxistina Efûyê û Serdozgerê Dadgeha Ceza ya Navdewletî ya NY'yê jî heman îdia bilêvkirin. Hat gotin, 'dibe ku Erdogan bê darizandin.' Wezîrê Parastinê yê DYA'yê jî tiştên bi vî rengî gotin. Li gor Hiqûqa Ceza ya Navdewletî ji 4 sûcên mezin yek jê jî sûcê şerî ye. Yek ji sûcên herî giran e. Di sala 2002'yan de di statuya Romayê de cih girt. Lê belê hîn jî Tirkiye ev peyman îmze nekiriye. Hîn jî nebûye alîgireke Dadgeha Ceza ya Navdewletî. Lê belê dibe ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi yekdengî kesên sûcên şerî kirine bişîne Dadgeha Ceza ya Navdewletî."
‘TIRKIYE NE ALÎGIRÊ DADGEHA CEZA YA NAVDEWLETÎ YE'
Kanar, anî ziman ku hinekî zehmet e Tirkiye ji ber sûcên şerî bê darizandin û got: "Çimkî Tirkiye ne alîgireke Dadgeha Ceza ya Navdewletî ye. Îmze kiriye lê belê pesend nekiriye. Heta pesend neke nabe alîgir. Lê belê ji bo darizandinê şertek heye. Eger Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi yek dengî biryarê bigire wê bê darizandin. Lê belê heta niha Konseya Ewlehiyê derbarê Tirkiyeyê de bi yekdengî biryar negirtiye. Têkiliya aborî û têkiliyên berjewendiyî yên dewletan pêşî li ber biryareke wiha digire."
‘DI BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ DE JÎ SÛCÊN ŞERÎ HAT KIRIN'
Kanar, destnîşan kir ku di dema qedexeyên derketina derve de jî maf hatine binpêkirin û got: "Li wir jî sûcê li hemberî mirovahiyê hatin kirin. Lê belê li Tirkiyeyê di bûyerên bi vî rengî de tu dozger bi wêrekî tev nagere û ji ber van sûcan dozê venake û venekiriye. Çimkî li darazeke serbixwe tuneye. Ji bo binpêkirinên mafan ên li Cizîrçê ez jî di nav de 200 parêzer daxuyanî dan, lê em 19 parêzer hîn jî tên darizandin. Sirf ji ber me gotiye, Tirkiye li hemberî mirovahiyê sûc kiriye. Diviya doz li kesên sûc kirine bihatana vekirin, lê li kesên aştî parastine hatiye vekirin."
‘KESÊN SÛCÊN ŞERÎ KIRIN HATIN DARIZANDIN'
Kanar, destnîşan kir ku di dîrokê de kesên sûcên şerî kirine hatine darizandin û got: "Berê jî di darizandinên Nurnbergê de Nazî ji ber sûcên şerî hatin darizandin. Kesên li Polonya, Macarîstan, Çekoslokvakya û Fransayê bi Naziyan re tev geriyan li dadgehan hatin cezakirin. Heta li dadgehên Nurnbergê zêdetîr deh kes cezayê mirinê girtin, nêzî 20 kes jî cezayê muebetê û gelek kes jî bi cezayên cuda cuda hatin cezakirin."
Herî dawî Kanar, desteke Tirkiyeyê ya ji bo OSO'yê bi bîr xist û got, berpirsiyarê kirinên OSO'yê Tirkiye ye.
MA / Mehmet Halit Çetinbaş