ANTEP – Malbata Silêman ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê 6 sal berê ji El Babê hat Dîlokê, gava li welatê xwe bûn şimik çê dikirin difirotin, lê belê niha bi heqdesteke 50 lîreyî karê nexşandina şimikan dikin.
Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kir, bi hezaran mirov koçber bûn. Ji kesên koçber bûn yek jê jî malbata Silêman e. Malbata Silêman di sala 2013'an de ji El Babê hat Dîlokê.
Malbata Silêman, piştî hat Dîlokê pêşî li nav erda xebitî. Paşê dest bi karê nexşandina şimikan kirin. 4 ferdên malbatê dixebitin û her yek ji wan rojê bi 50 lîreyî dixebite.
LI WELATÊ XWE ŞIMIK ÇÊ DIKIRIN
Malbat gava li welatê xwe bû bi xwe şimik çê dikir û difirot. Lê belê niha li Dîlokê şimikan dinexşîne. Bav Bozan Silêman, bilêv kir ku ev kar ji karê erdan rihetir e lê belê pereyê bi dest wan dikeve nikarin pê debara xwe bikin. Silêman, got: "Ez van perçeyên şimikan ji fabrîkayê tînim û li cînarên xwe yên sûriyeyî belav dikim. Ew jî bi vî karî debara xwe dikin. Berê di binî xanî de dikana me hebû. Xaniyê me hebû. Me li dikana xwe şimik çê dikirin û difirotin. Rewşa me baş bû." Silêman, anî ziman ku pir bêriya welatê xwe kiriye, lê belê ji bo ewlehiya zarokên xwe ji mecbûrî li vira dimîne û got: "Êdî bes e, bila ev şer raweste. Em dixwazin vegerin warê xwe. Ma wê heta kengî ev şer dewam bike?"
'ME TIŞTEK JI JIYANA XWE FÊM NEKIR'
Keça malê Ayşe Silêman a 19 salî jî, karê nexşandina şimikan dike. Gava Ayşe li nav erd dixebitî ji bêgavî dev ji dibistanê berdaye. Ayşe ji bo welatê xwe got: "Ji ber vî şerî me tiştek ji heyeta xwe fêm nekir. Bila êdî arweste. Bila ne zarok ne jî jin êdî nemirin. Em dixwazin vegerin warê xwe. Zarokatiya me li wir derbas bû. Zarokatiya min di nav wî şerî de ma."
Dayik Meryem Silêman jî got: "6 sal berê em ji El Babê hatin. Qederekê em li nav erdan xebitîn. Em havînan diçûn û zivistanan jî dihatin. Em 6 salan li Mereşê xebitîn me îsot berhev dikir." Dayik Silêman, bilêv kir ku niha ji sibehê heta êvarî dixebitin lê tenê 50 lîreyî digirin û got: "Em mecbûr in."