* Li Pirsûsê 7 jinên ku berê ji bo karên demsalî diçûn bajarên cuda, ji bo li axa xwe hilberînin û qezenc bikin Kooperatîfa Hilberandinê ya Kîbeleyê ava kirin.
* Malbata Silêman ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê 6 sal berê ji El Babê hat Dîlokê, gava li welatê xwe bûn şimik çê dikirin difirotin, lê belê niha bi heqdesteke 50 lîreyî karê nexşandina şimikan dikin.
* Hiqûqnas Ercan Kanar, destnîşan kir ku sûcê şerî sûcê herî giran e û got, berpirsiyarê kirinên OSO'yê Tirkiye ye. Kanar, got: "Dibe ku Konseya NY kesên sûcên şerî kirine bişîne Dadgeha Ceza ya Navdewletî."
* Di sala 2016'an de qeyûm Cizîrê avahiyeke dîrokî tahsîsî komeleya ku seroka wê Seroka Baskên Jina ya AKP'ê Hatîce Atan e, kiribû. Lê belê derket holê ku berî Qeymeqamê Cizîrê Davût Sînanoglû bibe qeyûm, nehiştiye ev avahiya aîdî şaredariyê bê valakirin.
* Ebrû Yeşîlirmak ku çû Girtîgeha Jimare 9 a Sîlîvriyeyê û xwişka xwe endama Koma Yorûmê Emel Yeşîlirmak dît, xwest dergistiyê xwe Umît Çîmen ê li heman girtîgehê ye jî bibîne, lê belê îdareya girtîgehê bi hinceta "ewlehiyê" destûr nedaye.
* Danişîna doza kesên di dorpêça Nisêbînê de hatin binçavkirin û girtin dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (09.00)
* Heyeyeta KCD û HDP'ê ku Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî d navde ye dê li Cizîrê esnafan ziyaret bikin û lêkolîn bikin. (13.00)
* Komeleya Piştevaniya Ardiç û Komeleya Piştevaniya Jinan a Esenyali dê li Komeleya Jinan a Esenyali der barê tevlêbûna jinan a pêvajoya polîtîk de komxebatekê li dar bixin. (13.30)
* Navenda Piştevaniya Jinan a Bornova Îzmirê dê li dijî tundiya jinan li Kuçukparkê daxuyaniyê bidin çapemeniy3e. (17.30)
* Meclîsa Jinan û Ciwanan a HDP'a Mêrsînê dê bi şîara "Me bi hevre qezenç kir em ê bi hevre li ber xwe bidin" li Salona Şah a Akdenizê şahiyekê li dar bixin. (18.00)