MÊRDÎN - Şivan Çetîn ê di êrîşa 11'ê Cotmehê de bi guleya hawanê li Navçeya Nisêbîne birîndar bû jiyana xwe ji dest da.
Piştî Tirkiyeyê di 9'ê Cotmehê de bi tang, top û balafiran êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, di 11'ê cotmehê de guleyên hawanê li Navçeya Nisêbînê ketin. Di encama teqîna guleyên hawanê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Nêzî 70 welatiyên Nisêbînê jî birîndar bûbûn. Şivan Çetin (26) ê di 11'ê Cotmehê de bi guleya hawanê birîndar bû li nexweşxaneya Lêkolin û Perwerdehiyê ya Amedê jiyana xwe ji dest da. Hat diyar kirin ku dê cenazeyê Çetîn sibê li Goristana Mohrisê defin bikin.