RIHA - Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Ser Jinan li navçeya Bîrecîkê civîn li dar xistin. Aktîvîstên TJA'ê diyar kirin ku dê li dijî hovîtiya "SMO" têbikoşin.
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li taxa Ayran a Bîrecîkê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Ser Jinan civîn li dar xistin. Aktîvîstên TJA'ê bi dirûşmeya "Em li dijî tundiya mêran îsyan dikin" sekna xwe ya li dijî hovîtiya "SMO" anîn ziman. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu û aktivîstên TJA'ê amade bûn. Di civinê de Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu, ewil Sekretera Partiya Pêşeroja Sûriyeye Hevrin Xelef' bibîr anî û destnîşan kir ku dê têkoşîna xwe ya li dijî "SMO(OSO) berdewam bikin.