AGIRÎ - Nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK'e hat girtin yê Giyadinê Abdullah Kaya hat berdan.
Nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Abdullah Kaya hat berdan. Kaya ji ber ku di 6'e Tebaxa 2015'an de li Çiyayê Tendurekê nûçe şopandibû û çalakiya gel şopandibû, der barê wî de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin û di 24'ê Kanûna 2017'an de hat girtin û şandin girtîgehê. Kaya ku 4 sal û 2 meh ceza lê hatiye birîn, piştî şandin Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ji wir jî sewqî Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê kirin. Kaya îro di çarçoveya Reforma Darazê de tahliye bû.