AMED – Malbat û hezkiriyên helbestvanê kurd Arjen Arî di 7’emîn salvegera koça dawî de ew li ser gora wî bibîr anîn.
Helbestvanê kurd Arjen Arî 7 sal berê ango di 30’ê cotmeha 2012’an de li Amedê ji ber nexweşînê koça dawî kiribû. Helbestvan Arjen Arî her sal ji aliyê nivîskar, hezkirî û malbata xwe ve li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoya Amedê tê bibîranîn. Îsal jî malbata Arjen Arî, nûnerên PENa Kurd û xebatkarên Weşanên Sor li ser gorê bernameya bîranînê li dar xistin. Wêneyê Arî û kulîlk danîn danîn ser tirbeya wî. Rêz hat girtin.
‘HEZKIRIYÊ ZIMAN Û WELATÊ KURDÎ BÛ’
Di bernameyê de ewilî xwişka Arî, Necla Arî axivî û got: “Arjen gelek girîngiyê dida zimanê kurdî. Êş û hezkirinên gelê kurd bi helbestên xwe vedigot.”
Pişt re Nûnerê Weşanên Sor Reşo Ronahî axivî û diyar kir ku Arjen Arî yek ji wan helbestvanan bû ku gelek girîngiyê dida zimanê kurdî û got: “Heke di vê serdemê de bijiya, ez bi bawerim wê li gorî zimanê vê serdemê helbestên xwe binivîsanda.”
Piştî axaftinên hat kirin bernameya bîranînê bi dawî bû.
ARJEN ARÎ KÎ YE?
Arjen Arî di sala 1956'an de li gundê Çalê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji dayik dibe. Helbesta wî ya yekemîn di sala 1979'an de di Kovara Tîrêj de hatin weşandin. Helbesên wî li Swêd û Tirkiyeyê di Rojnameya Azadiya Welat, kovarên mîna Berbang, Kurdistan Pres, Nûdem, Çira, Rewşen, Nûbihar, Gulistan, Kevan, Tîroj, Peyv, Nûbûn û Karwanê de hatine weşandin. Di sala 2004'an de di nav damezrînerên Yekitiya Nivîskarên Kurd de cih digire. Di 30'ê Cotmeha 2012'an de ji ber nexweşiya pençeşêrê li Amedê jiyana xwe ji dest dide.