NAVENDA NUÇEYAN - Diziya endamên OSO yên di bin baneya TSK'ê de, dema di êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de deriyê dikanekê dişkînin û diziya dikanê dikin, kêlî bi kêlî bi kamerayê hat toparkirin.
Tirkiyeyê bi destê TSK û OSO(MSO) li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9'ê Cotmehê de dest bi êrîşê kirin û 22 rojin êrîşa TSK-OSO didome. Di êrişan de dema endamên OSO ya di bin baneyê TSK'ê de dikevin dikanê û diziyê dikin kêlî bi kêlî bi kamerayê hat kişandin. Di dîmenan de hat dîtin ku endamên OSO(MSO) deriyê dikanan dişkînin û mal û milkê welatiyan didizin. Ev nişan didek ku çawa li talanê welatiyan dixin, malê mirovan talan û wêran dikin.
Endamên OSO di 29'ê Cotmehê de li Gundê Esediye yê navbera Dirbesiyê û Serêkaniyê ketin kargeriyekê û dizî kirin. Dizî ji aliyê kemaraya ewlehiyê ve kêlî bi kêlî hat tomarkirin. Di dîmenan de tê dîtin ku endamên OSO bi maşîneyên zirxî yên TSK'ê li ber kargeriyê radiwestin. Piştre bi balyozan derî dişkînin. Piştî derî dişkînin endamên OSO dikevin kargeriyê û mal û milkên bi qîmet didizin û dibin.