STENBOL - Hevseroka Giştî ya OHD'ê Ayşe Acînîklî, pakêta darazê ya ewil rexne kir û got: “Bi kevçî didin û bi heskê distînin. Divê ji bo her kesî guhertin bê çêkirin. Dikarin cînayetê jinan, tacîz û tecawizê nexin nav."
Pakêta yekemîn a hikûmetê ya “Belgeya Stratejiya Reforma Darazê" di 24'ê Cotmeha 2019'an de ket meriyetê. Piştî pakêta yekem ket meriyetê, niha ji bo pakêta duyemîn a darazê niqaşan dikin. Li ser pakêta yekem û duyemîn Hevseroka Giştî ya Komeleya Ji bo Hiqûqnasan Azadî (OHD) Ayşe Acînîklî, ji Ajansa Mezopotamya re nirxandin kir.
‘ZAGON WISA NAYÊN SAZKIRIN'
Acinikli, bal kişand ser reforma darazê ya serdema AKP'ê û wiha got: "Di serdema AKP'ê de bi kevçî dan û bi heskê stendin. Avakirina zagonan bi vê rêbazê pêk nayê. Bi derxistina peyvekê ya ji hevokekê ew xala zagonê nayê guhertin û rastkirin. Ger ku dê guhertin bê kirin, divê hieqûqnas li ser bixebitin. Divê tenê ne ji bo guhertinê be. Divê guhertinek ji bo demdirêji be. Ji roja ku AKP hatiye îktîdarê heta niha ew qas guhertin kirin. Lê liser heman zagonê bi dehan caran guhertin kir. Li gorî pêdiviyên xwe her tim guhertin kirin. Li gorî pêdiviyên rojê guhertin kirin. Ev pakêta darazê nabe bersîva pêdiviyên civakê."
‘ME DÎT KU KARÊ BAŞ NEHATIN KIRIN'
Acînikli, bal kişand ser daxuyaniyên AKP'ê yên têkildarî pakêta yekem a “Reforma Darazê" û gotinên "Em karê muhteşem kirin" û wiha axivî: "Lê piştî guhertinên hatin kirin me dit ku tiştên muhteşem nehatine kirin. Heman xal salê du caran hat guhertin. Ev jî nîşan dide ku karekî baş nehatiye kirin. Kirine wekî pêlîstokê ava dikin û xera dikin. Guhertinên ku xerabê xeraban hatine kirin."
2 SALAN LI HEVIYA ÎDÎANAMEYÊ TÊN PAYÎN
Acînikli, bal kişand ser guhertin û nûkirinên der barê pêvajoya girtiyan û wiha pêde çû: "Têkildarî pêvajoya girtiyan zêde propaganda dikin. “Bi vê guhertinê mirovek heta 2 salan dikare bê îdîaname girtî bimîne. Dive sînorekî vê yekê bê xêzkirin. Ger ku girtiyek 2 salan li benda îdîanameyê bimine ev bi serê xwe binpêkirina mafan e. Ger ku wê sînorek bê xêzkirin divê ev kêmî 2 salen be. Ji ber xala 2911’an mirov tên girtin. Divê mirov ji ber çalakiyên girêdayî xala 2911’an neyên girtin û hefteyê 2-3 caran îmze navêje. Ji ber çalakiyên daxuyaniya çapemeniyê derketine dervê welat li wan neyê qedexekirin. Dixwazin bi lez bû bez pêvajoya darizandinê biqedînin. Ji bo darizandine zû bi qedînin nikarin mirovan bikin qurbana edaletê.
Aciniklî, bal kişand ser "darizandina hêsan" a ku di pakêtê re derbas dibe û wiha got: "Dixwazin bi vê yekê parêzeran ji pêvajoya darizandinê dûr bixin. Wê danişîn pêk neyê. Dadger dê li ser dosyayê biryarê bide. Dê mirov dernekeve pêşberî dadger. Lê mafê mirov ê derkeve pêşberî dadgehê heye. Mafê mirovan ê dadger bibîne heye. Mafê mirovan ê parastinê heye. Ev li dijî peymana mafên mirovan a Ewropayê ye.
Disa erkek zêde didin dozgeran. Mînak dozger wê ji were bêje 'Ezê di navbera 1 - 4 salan de ceza bidim. Lê ez ê 2 salan ceza bidim. Tu sûcdariyê qebûl bike ez salekê ceza bidim û dosyayê bigirim'. Ger ku di navbera bersûc û dozger de li hevkirinek çê nebe, vê carê wê ewraqan pêşkêşî dadger bikin. Qala mirovê ku sûc qebûl bike û derkeve pêşberî dadger tê kirin. Dibêjin wê ev ewraq bên tunekirin. Lê em li welatekî wekî Tirkiyeyê dijîn. "
Acînîklî, bal kişand ser xala 7'emîn a TMK’ê ya “Propaganda rêxistinê" û wiha lê zêde kir: "Her çend wekî guhertinên mezin hatibin kirin nîşan bidin jî tenê du hevok lê hatine zêdekirin. Li vir pirsgirêk xalên heyî nakevin meriyetê. Li vir pirsgirêk em bi hekîmên ku hiqûqê nizanin re xebatê dikin. Dîsa hakîmên di kontrola îktîdarê de ne re kar dikin. Em hekîmên ku staj nekirine, dibînin ku bûne endamê Dadgeha Cezayên Giran."
‘DIVÊ JI BO HER KESÎ WEK HEV BE'
Acînîklî, herî dawî got: "Niha rewşa înfazê bişewitînin heye. Di sûcên siyasî de girtiyek 3 caran rastî cezayê hucreyê bê, ger ku bi şert serbest bê berdan, ji ber cezayê dîsîplînê dê neyê berdan. Rêveberiya girtîgehê vê yekê bi zanebûn pêk tîne. Girtiyekî rastî cezayê muebetê hatibe jî 6 salên xwe bi vî rengî winda dike. Di serdema OHAL'e de şewitandina înfazê pir zêde bû. Ger ku guhertinek hebe divê ji bo her kesî be. Sûcê tacîz û tecawiza li dijî jinan dikarin cuda bigirin dest. Ji ber ku neheq cezayên wan tên kêmkirin."
MA / Sadiye Eser