KOBANÊ - Piştî berxwedana li Kobaniyê ya li hemberî DAIŞ'ê li tevahiya cîhanê hat bihîstin, 1'ê Mijdarê wekî "Roja Kobanê ya Cîhanê" hatibû ragihandin. Niha jî li dijî êrîşên Tirkiyeyê 2'yê Mijdarê wekî "Roja Rojava ya Cîhanê" hat îlankirin û gel ji bo pîrozkirina vê rojê amadekariyên xwe dikin.
Serekê DAIŞ'ê Ebûbekîr El Bexdadî, di 26'ê Cotmeha 2019'an de bi desteka îstixbarata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hêzên taybet ên DYA'yê li gundê Barîsha yê Îdlibê ku ev gund 5 kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiyeyê ye, hat kuştin. DAIŞ ku rêxistineke girêdayî El-Qaîdeyê ye, piştî DYA'yê Iraq dagir kir, li vira xurt bû. Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kir, berê xwe da Sûriyeyê û li vir bû yek ji rêxistinên li ber çavan. Piştî êrîşî Kobaniyê kir û bi berxwedanê têkşikiya, qedandina wê jî dest pê kir.
REQA, MÛSIL, ŞENGAL Û KOBANÊ…
DAIŞ'ê, piştî Reqayê dagir kir di 8'ê Hezîrana 2014'an de li Iraqê êrîşî Mûsilê kiribû û di nav rojekê de Mûsil bi dest xistibû. Paşê di 3'yê Tebaxê de êrîşî Şengalê kiribû. Gava êrîşî Şengalê kir, şengaliyan kuşt û bi hezaran zarok û jinên Êzidî revandin û li bazarên koleyan firot. Dihat payîn ku ev dagirkirin hîn kûrtir bibe, lê belê ev yek bi berxwedana hêzên HPG/YJA û YPG/YPJ'ê hat pûçkirin û ev hêz bi hezaran sivîl parastin û alîkariya wan kir ku biçin Çiyayê Şengalê.
Piştî banagawaziyên ji bo alîkariyê yên şengaliyan, şervanên YPG/YPJ'ê rêya Cezaayê ya di navbera Şengal û Rojavayê de kontrol kirink û bi vî awayî gelê Şengalê berê xwe dan Rojavayê. Piştî vê berxwedana li Şengalê dest pê kir û ev berxwedan heta 13'ê Mijdara 2015'an dewam kir û DAIŞ'î ji Şengalê hatin paqijkirin.
Di Çileya 2014'an de tevî Efrîn û Cizîrê, li Kobaniyê jî "xweseriya demokratîk" hatibû ragihandin. Lê belê DAIŞ'ê piştî êrîşa Şengalê di 15'ê Îlona 2015'an de berê xwe da Kobaniyê û êrîş kir. Armanca DAIŞ'ê ew bû ku vî bajarê biçûk di demeke kurt de bi dest bixe. Lê belê leqayî berxwedaneke mezin hat. Bi saya berxwedana gelê Kobaniyê, DAIŞ hat têkşikandin û her çû ev têkşikandin zêdetir bû û bû destpêka qedandina wê.
JI 3 MILAN VE ÊRÎŞ BIRIN SER KOBANIYÊ
Di roja dudoyan a berxwedana Kobaniyê de, 12 şervanên li gundê Serzûrî ku li rojhilatê Kobaniyê dikeve û 35 kîlometreyan dûrî bajêr e, rêça berxwedanê diyar kirin. Bi sedan DAIŞ'î di êvara 15'ê Îlonê de bi tang û topan êrîşî YPG/YPJ'yiyên di bin fermandariya Rodî Efrîn de kirin. Wê êvarê şervanan guh nedan fermana "bi paş ve vekişin" û di mewziya xwe ya li dibistana gund de 24 saetan li ber xwe dan. Fermandarê şervanan Rodî Efrîn, bi bêtêlê ji fermandariya YPG/YPJ'ê re got: "Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û nehêlin dijmin derbas bibe. Em dizanin em ê şehîd bibin, lê belê ên li ser rêça me bimeşin jî hene."
VEGUHERÎ STALÎNGRADÊ
Li Kobaniyê jî berxwedaneke wekî ya li gundê Serzûriyê rû da. Bi berxwedana bi sedan şervanên wekî Arîn Mîrakn, Gelhat Gabar, Êrîş Efrîn, Zozan Kobanê û Baran Kobanê bajar veguherî Stalîngrada duyemîn. Ev berxwedana li Kobaniyê bû sedem ku bi milyonan kurd bibin yek. Hîn berxwedan dewam dikir, di 22'yê Êlînê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo yekîtî û xurtkirina rêxistinbûyîn û berxwedanê bang li tevahiya kurdan kir û got: "Ketina Kobaniyê, ketina tevahiya Kurdistanê ye." Piştî vê peyama Ocalan, kurdên li her çar perçeyan berê xwe dan Kobaniyê. Kurd, di şexsê Kobaniyê de ji bo xwedîderketina li kurdbûyîn û Kurdistanê bûne yek deng.
GOTINA ERDOGAN
Piştî peyama Ocalan hêrs û kîna kurdan a li hemberî van êrîşan zêde bû. Paşê Serokomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan ji bo Kobaniyê got, "ha ket ha dikeve". Bi vê gotinê kîn û hêrs hîn zêdetir bû û di 6'ê Cotmehê de li Tirkiyeyê kurd daketin kuçe û kolanan. Piştî van bûyeran hikûmet neçar ma û careke din bi bangawaziya Ocalan kurdan da sekinandin.
BERXWEDAN BERBELAV BÛ
Her wiha li hemberî vê rêxistina hovane ku gef li tevahiya mirovahiyê dixwarin, berxwedana kurdan kir ku gelên cîhanê ji bo Kobaniyê rabin ser piya. Xwediyên Xelata Nobelê û feylezof jî di nav de bi hezaran kes bang kir û li Ewropa, Efrîka, Asya, Avûstralyayê komîte hatin çêkirin. Li Almanya, Îtalya, Fransa, Hollanda, Qibris, Avûstûrya, Swêd, Swîsre, Belçîka, Yûnanîstan, Spanya, Komara Çekê, îngîltere, Danîmarka, Norweç, Fînlandiya, Hîndîstan, DYA, Atjantîn, Ekvador, Hondûras, Kanada, Avûstralya, Venezûela, Pakîstan û Şîliyê çalakî hatin lidarixistin û bi milyonan kes tev li van çalakiyan bûn û daketin kuçeyan. Piştî van çalakiyên bi rojan dewam kirin hêzên koalîsyona navdewletî mecbûr ma destekê bide berxwedanê.
DESTEKA KOALÎSYONÊ, HATINA PÊŞMERGEYAN
Bi berxwedana Kobaniyê re li herêmê tifaq, têkilî û hevsengiyên nû çê bûn. Bi pêşengiya DYA'yê koalîsyonê ji hewayê bera DAIŞ'ê da. Piştî vê AKP mecbûr ma korîdora alîkariyê vebike û bi vê re pêşmergeyên Herêmaa Kurdistana Federe çûn Kobaniyê. Yekîtiya pêşmergeyan ku ji 160 kesî pêk dihat, di 29'ê Cotmehê de di ser Tirkiyeyê re çû Kobaniyê. Her çend îktîdara AKP'ê mecbûr ma ku ji bo çûyîna pêşmergeyan destûrê bide, lê dîsa jî hemû hesab û planên xwe ji bo tepisandina Şoreşa Rojava û binpêkirina xeta Tevgera Azadiyê ya Kurd dikir. Ji xwe Erdogan di axaftina xwe ya 23'yê Cotmehê de niyeta xwe aşkere kiribû, gotibû: "Li Kobaniyê tercîha me ya ewil OSO, tercîha me ya dudoyan pêşmerge ne." Lê belê ji ber beşdarbûyîna pêşmergeyan û OSO'yan bi awayekî sînrokirî bû û di bin kontrola YPG'ê de bû, hesabên AKP'ê dîsa li hev derneketin.
VEGUHERÎ BERXWEDANEKE GERDÛNÎ
Her çû ji her dîn û baweriyê, ji gelek tevgeran berxwedêr tev li berxwedana Kobaniyê bûn û berxwedana li Kobaniyê veguherî berxwedaneke gerdûnî. Li ser bangawaziya kesên navdar ên cîhanê, 1'ê Mijdarê wekî "Roja Kobanê ya Cîhanê" hat ragihandin.
Beriya vê rojê kurd û gelên din li gelek welatan ji bo Kobaniyê daketin kuçe û kolanan, lê belê serokwezîrê wê demê yê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglû wezîrê karên hundurîn ê wê demê Efkan Ala, bi tirsa dibe ku wekî 6-7'ê Cotmehê tişt biqewimin, daxuyandin ku eger daketina kuçeyan çê bibe ew ê bê şik û guman mudaxile bikin. Piştî van daxuyaniyan sibeha 1'ê Mijdarê li Tirkiyeyê hêzên dewletê li serê kuçe û kolanan hatin bicihkirin. Lê dîsa jî bi sed hezaran kes Roja Kobaniyê ya Cîhanê daketin kuçeyan.
Bi vê destekê re Kobanê, piştî berxwedaneke 134 rojan di 26'ê Çileya 2015'an de bi temamî ji DAIŞ'ê hat paqijkirin. Piştî Kobaniyê vê carê DAIŞ'ê berê xwe da bajar û deverên din. Lê belê li van bajar û deveran jî gav bi gav hat têkşikandin. Li vê axa ku ji DAIŞ'ê hat paqijkirin, dest bi avakirina pergaleke ku li cîhanê emsala wê tuneye hat kirin.
DUH DAIŞ, ÎRO TIRKIYE
Piştî kurdan DAIŞ'ê têk şikand, her çû destkeftiyên wan zêde bûn. Tirkiye ji ber van destkeftiyan nerihet bû. Piştî dît tiştên dixwest di ser DAIŞ û El Nûsrayê re bike nikare bike, vê carê bi Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) ku ji hêzên paramîlîter pêk tê berê xwe da qadê. Tirkiye ji bo hem li qadê be hem jî li ser maseyê be êrîşî Cerablûs, Ezaz, Bab û di 20'ê Çileyê de jî êrîşî Efrînê kir. Tirkiye, di vê êrîşa xwe de leqayî berxwedaneke 60 rojî hat û gelek windahiyên wê çê bûn. Paşê bi destûra Rûsya û DYA'yê ket bajêr. Gava hêzên ku Tirkiye alîkariya wan dike ketin bajêr, bajêr serobino kirin. Bi sedan sivîl revandin, îşkence kirin û kuştin û hin ji wan jî radestî Tirkiyeyê kirin. Hîn jî aqûbeta bi dehan sivîlên ku OSO'yê li Efrînê ew revandin nediyar e.
Piştî Efrînê bi salekê vê carê hêzên paramîlîter di bin navê 'Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê' de kom kir û di 9'ê Cotmeha 2019'an de êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Di van êrîşan de, Tirkiye bû sedema mirina bi sedan sivîlî. Duh DAIŞ bû, îro jî Tirkiye êrîşî kurdan dike û ji ber van êrîşan careke din kurd ketin rojeva cîhanê. Piştî cîhanê berê xwe ji Tirkiyeyê guhart, Tirkiye ket weziyeta "dagirkerî"yê.
Li dijî êrîşên DAIŞ'ê, gelên cîhanê xwedî li "1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê" derketibû û niha jî hewl didin li dijî êrîşên Tirkiyeyê 2'yê Mijdarê wekî "Roja Rojava ya Cîhanê" pîroz bikin.
Şahidê berxwedana Kobaniyê Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Kobaniyê Îsmet Şêx Hesen, behsa wê berxwedan kir.
Hesen, pêşî bi bîranîna kesên di berxwedana Kobaniyê de jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir û got, ji wê rojê heta niha tenê rastiyeke neguheriye ew jî ji DAIŞ û El Nûsrayê wêdetir, dijminê wan ê sereke Tirkiye ye.
‘RÛYÊ LI PIŞT PERDEYÊ XUYA BÛ'
Hesen, destnîşan kir ku gava DAIŞ'ê êrîşî Kobaniyê kir, Tirkiye di ser gundên Pirsûsê re bi dehan tanq, wesayîtên zirxî û çek ji DAIŞ'ê re şandine û got: "A rast, di êrîşên niha de rûyê li pişt perdeyê xuya bû. Em bi komkujiyên wan dibînin ku kurdan çawa dikujin. Ne tenê Kobaniyê, dixwazin Rojavayê giş qir bikin. Yek ji van jî Girê Spî û Serêkaniyê bû. Ji zarokan bigire heta extiyaran her kesî dikujin. Rûyê wan î rastîn ev e. Lê belê dewletên cîhanê jî ji bo vê xwe li nedîtinê datînin û guhê xwe digirin. Em ê van tiştan ji bîr nekin. Naxwazin komujiyên tên kirin bibînin. Çekên kîmyewî jî bi kar anîn. Lê dîsa jî hêzên navdewletî xwe li nebihîstinê datînin."
‘DIVÊ CÎHAN TEVÎ GELÊN ROJAVAYÊ VÎ BARÎ HILGIRE'
Hesen, malavayiya gelên cîhanê kir ku ji ber 1'ê Mijdarê wekî "Roja Kobanê ya Cîhanê" ragihandine û got, niha jî divê alîkariya Rojava bikin.
Hesen, destnîşan kir ku niha êrîşên mezin li ser wan hene û got: "Niha em bi dijminekî ku dixwaze me bi tevahî tune bike re rû bi rû ne. Kesên xwedî li berxwedana Kobaniyê derketin, divê li hemberî êrîşên li ser Girê Spî û Serêkaniyê jî rabin ser piya û li dor vê berxwedanê bibin xelek. Ev tenê bi daxuyaniyan nabe. Divê her kes li hemberî kuştina zarokên kurd rabe ser piya û heke bivê divê bên Rojavayê. Divê di 2'yê Mijdarê de ji bo zarok û jinên kurd ên hatine kuştin rabin ser piya. Çawa em bi berxwedanê li Kobaniyê bi ser ketin, em ê vê carê jî ji bo Rojavayê bi ser bikevin. Divê gelên cîhanê tevî gelên Rojavayê vî barî hilgire."
MA / Erdogan Alayûmat