AMED - Derket holê ku Endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Mehmet Akdogan, ji ber du dosyeyên ku berê beraat kiribû û bi bêtaqîbiyê bi dawî bûbûn ji peywirê hatiye dûrxistin. Akdogan, got: "Li Tirkiyeyê li gel hiqûqa heyî, hiqûqa Wezareta Karên Navxweyî jî heye."
Namzetên HDP'ê Zubeyde Zumrut û Zeyat Ceylan, di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê de 71 ji sedî ray girtibûn û bûbûn hevşaredarê Şaredariya Rezanê ya Amedê. Lê belê YSK'ê bi hinceta ku Ceylan berê bi KHK'yê hatiye îxrackirin mazbata neda û ji dêvla wî mazbata da namzetê AKP'ê Huseyîn Beyoglû ku 25 ji sedî ray girtibûn. Lê belê piraniya endamên meclîsa şaredariyê HDP'î ne.
Piştî mazbatayê vê carê jî Wezareta Karên Navxweyî bi hinceta hin lêpirsîn û dozan endamên meclîsê yên HDP'î Nûrettîn Bakan, Mehmet Akdogan, Halîme Bayram, Husnu Aslan, Naşîde Bulut Tekîncan û Panayir Çelîk ji peywirê dûr xist.
JI BER DOSYEYEKE BERÊ BI BÊTAQÎBIYÊ BI DAWÎ BÛBÛ JI PEYWIRÊ HAT GIRTIN!
Derket holê ku Endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê û Berdevkê Koma Meclîsa HDP'ê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mehmet Akdogan, ji ber du dozên ku yek jê berê bi beraatê û yek jê jî bi bêtaqîbiyê bi dawî bûbûn ji peywirê hatiye dûrxistin. Heta niha li şûna 6 endamên meclîsê endamên yêdek nehatine bicihkirin û tê gotin wê qeyûm tayînî şûna wan bên kirin.
BERAAT KIR
Akdogan, di sala 2017'an de hatibû binçavkirin û piştî 5 rojên di bin çavan de bi şertê berdana kontrolkirî hatibû berdan. Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê di doza ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" pê dihat darizandin de biryara beraatê dabû. Piştî Akdogan beraat kir, ji bo 5 rojên di bin çavan de doz vekir û tazmînata maddî û manewî qezenc kir û 700 TL pere wergirt.
DI NAV ROJEKÊ DE DU TEBLÎXAT
Akdogan, bilêv kir ku bi vî awayî tê xwestin hejmara endamên meclîsê yên AKP'ê bên zêdekirin. Akdogan, diyar kir ku xebatên wî yên rojnamegeriyê yên di sala 2017'an de sûc hatine hesibandin. Akdogan, anî ziman ku roja ji peywirê hatiye dûrxistin biryara bêtaqîbiyê ya dosyeyeke wî jê re hatiye teblîxkirin
û got: "Wateya vê ewraqê ev e; Wezareta Karên Navxweyî lêkolîn nekiriye û biryar girtiye. Her du teblîxat jî di heman rojê de hatine şandin. Bi yekê ji peywirê hatim dûrxistin û di ya din de jî tê gotin ku hewce bi teqîbatê tuneye."
‘MECLÎS HATIYE FESIXKIRIN'
Akdogan, da zanîn ku li Meclîsa Şaredariya Baglarê 30 endamên HDP'î û 7 jî yên AKP'î hene û got: "6 kes ji peywirê hatin dûrxistin. Rewşa hevalên din jî hema bêje wekî ya min e. Dadgehên hîn didomin an jî dosyeyên bi beraatê bi dawî bûne kirine hincet. Yanî bi vî awayî dixwazin hejmara me kêm bikin. Eger li şûna van 6 kesan hin kesên din bên wê piraniya meclîsê têkeve destê AKP'ê. Armanca wan ev e. Tê xwestin meclîsa ku rê li ber nelirêtî û diziyê digirt vala bikin."
Akdogan, destnîşan kir ku Meclîsa Şaredariya Rezanê bi awayekî fiîlî hatiye fesixkirin û li hev kom nabe.
‘HIQÛQA WEZARETÊ'
Akdogan, destnîşan kir ku bi vê bêhiqûqîtiyê hatine mexdûrkirin. Akdogan, anî ziman ku lê belê heta vegerin ser peywira xwe ew ê bitêkoşin û got: "Li Tirkiyeyê li gel hiqûqa heyî, hiqûqa Wezareta Karên Navxweyî jî heye."
MA / Arjîn Dîlek Oncel