Rojnamevan Oktay a hat berdan: Ji ber ku min rastî nivîsand ez keyfxweşim

  • rojane
  • 09:10 30 Cotmeh 2019
  • |
img

STENBOL - Rojnamevan Meltem Oktay a ji girtîgehê nû derket, diyar kir ku ew nikarin li welatekê ku rojnameger ji ber nivîsandina nûçeyan tên girtin, behsa azadiya ramanê bikin û got: “Ji ber ku min rastî nivîsand ez keyfxweşim. Heke bibe, ezê dîsa heman tiştî bikim. Di vê çarçoveyê de divê em piştevaniyê mezintir bikin.”

 
Rojnameger û nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DİHA) ya bi KHK'ê hatibû girtin Meltem Oktay a li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji ber ku di serdema qedexeya derketina kolanan de nûçe şopandibûn bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û 4 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Oktay piştî paketa darazê hat erêkirin di 25’ê Cotmehê de hat berdan. 
 
Oktay a 2 sal û 7 mehan di girtîgehê de ma, bal kişand ser pirgirêkên li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzê tên jiyîn. Oktay, diyar kir ku li Edîrnê hat binçavkirin û wiha axivî: “Dûre ez hatim girtin û ez şandim Girtîgeha Edîrnê. Ez li vê derê rastî ferzkirina lêgerîna tazî hatim. Ji ber ku li girtîgehê qawîşa siyasî tunebû, ji min qawîşa zarokan vale kirin. Ez 9 rojan bi tena serê xwe di vê qawîşê de mam. Dûre ez sewqî Girtîgeha Gebze kirim. Li girtîgehan, girtiyan ber alî kirina qawîşên serbixwe heye. Li Gebzeyê xwestin min bişînin qawîşa serbixweyan. Ev yek ferzî min kirin. Lê min ev ferzkirin qebûl nekir.” 
 
‘LI GORÎ PÊVAJOYA SIYASÎ HELWEST NÎŞAN DIDAN’ 
 
Oktay, da zanîn ku ligel şertên OHAL’ê nebûn jî, her tişt sînordar dikirin û wiha got: “13 kes dixistin qawîşên 10 kesî. Dîsa dayîna nameyan sînordar dikirin. Dem bi dem rojname ne didan me. Bi kurtasî, li gorî pêvajoya siyasî helwest nîşan didan. Bi taybetî, di dema greva birçîbûnê û operasyona li dijî Efrînê de, em rastî zextên mezin hatin. Di van pêvajoyan de jî, ji bo ku em agahiyên rast negirin, rojnameya Yenî Yaşam ne didan me.” 
 
'NAMEYÊN ME BI FIKAR DIDÎTIN’ 
 
Oktay, bal kişand ser pêvajoya greva birçîbûnê û wiha bilêv kir: “Wê demê gelek tişt sînordar kirin. Ji bo ku em dengê xwe nedin bihîstin her tişt dikirin. Me ne dikarî em binpêkirinên mafan ji derve re ragihîn in. Bi malbatên xwe re me ne dikarî em biaxivin. Her roja diçû rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de xerabtir dibû. Min xwest vê bi navbeynkariya malbata xwe ji derve re ragihînim. Lê tim hevdîtina telefonê birîn û min carek din nekarî li malbata xwe bigerim. Bi taybetî di hevdîtinan de kontrolek zêde dikirin. Dîsa nameyên me bi fikar ditînin.” 
 
'PÊVAJOYA DERMANKIRINÊ BI PIRSGIRÊK BÛ’
 
Oktay, dest nîşan kir ku piştî greva birçîbûnê bi dawî bû, girtî sewqî nexweşxanê kirin û wiha pê de çû: “Greva birçîbûnê 6 mehan dewam kir. Mirov bi rojan di grevê de man. Lê piştî greva birçîbûnê gelek pirsgirêk derketin. Hin girtî tenê birin revîre, hin girtiyên ku birin nexweşxanê jî tenê serûm li wan xistin û hin girtî jî, ji wan re gotin ‘tu tiştekê we tuneye û hûn dikarin xwarin bixwîn.’ Dûre me bi hewldana xwe hin tişt kirin. Dûre mîda me hemûyan êşiya û masûlkeyên em êşiyan. Hin hevalên me yên girtî hîna jî diçin nexweşxanê hebûn.” 
 
‘MORALÊ WAN BAŞE’ 
 
Oktay, bal kişand ser rewşa Asli Dogan û Ardil Çeşme yên li Girtîgeha Gebze ketibûn rojiya mirinê jî û wiha domand: “A herî zor ya wan bû. Ji ber ku ew di greva birçîbûnê debûn û dûre dest bi rojiya mirinê kirin. Ji xwe pir kîlo dabûn. Dema derbasî rojiya  mirinê bûn jî dinava 2-3 rojan de tavilê zeyîf bûn. Bi demê re nexweşiyên wan ên cuda çêbûn. Masûlkeyên wan pir diêşin. Bi taybetî, êşên wan ên hestî û stû daîmî bûn. Dîsa êşa wan a mîdê daîmî bûye. Bes morale wan beşe.”
 
‘AZADIYA RAMANÊ TUNEYE’ 
 
Oktay, derbarê girtina rojnamevanan de jî wiha axivî: “Bi taybetî, piraniya rojnamegerên li herêmê nûçe çêkirin, hatin girtin. Ji ber ku tenê rastî nivîsandin hatin girtin. Em ji ber nûçeyên me çêkirin hatin girtin. Li Tirkiyeyê, êdî tişt wisan pêş ketiye mirov çi bêjin tên girtin. Dixwan mirovan neçarî yek dengî bikin. Ji ber vê rojanegerên mîna me digirin. Ev rewşek pir xerabe. Li welatekê girtina rojnamegeran divê ji rêzê neyê dîtin. Ger rojnameger nûçeyan ne nivîsin, di wê civakê de azadî û azadiya raman tuneye. Li Tirkiyeyê girtina rojnamegeran, nîşaneya demokrasî û azadiya romanê tuneye.” 
 
‘EM PIŞTEVANIYÊ MEZIN BIKIN’ 
 
Oktay, daxuya kirin ku li Tirkiyeyê di van şer û mercan de rojnamevantî kirin pir zore û di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Lê min carek din fêm kir ku rastî nivîsandin, karekê pir xweşike. Dibe ku ji bo mirovekê ji rêzê, girtîgeh pir zor be. Lê ez bawer dikim ku min tiştek rast kiriye û ji bo vê jî serbilindim. Ji ber ku min rastî nivîsand ez pir keyfxweşim. Heke bibe, ezê dîsa heman tiştî bikim. Di vê çarçoveyê de divê em piştevaniyê mezintir bikin.” 
 
MA / Sadiye Eser

Sernavên din

31/10/2019
15:16 Karkerên Somaye: Em ê bi berxwedanê tazmînatê bistînin
14:33 Qeymeqamiyê navê Ceylan Onkol cara duyem red kir
14:32 Vakfa Piştevaniya Jinan rapor nafaqa aşkere kir
14:04 Xaziyê Pirsûsê: Berxwedana we dê serkeftinê bîne
13:50 ‘Komkujiya Pirsûsê kutuya reş a dewletê ye'
13:29 Abdî: Tirkiye hewl dide bikeve bajarê Asûrî Til Temirê
13:20 Karkerê Sûriyeyî li Îzmirê bû qurbana kana Mermer
13:04 Ji ber ku di daneşînê de rewşa wî ne baş bû girtiyên nexweş rakirin nexweşxaneyê
12:46 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 Serokkomar Erdogan destûr neda darizandina Îlker Başbûg
11:38 Ji Kobanê bersîv da Erdogan: Em destûr nadin derbas bibin
11:32 Ji ber parvekirina li dijî şer hat binçavkirin
11:20 Sewqîyata eskerî ya li ser sînor didome
11:13 Li girtîgehê cûdakarî: Ji bo tirkan pir û ji biyaniyan jî kêm xwarin didin
11:10 Dîroknas Temel: Ji bo Kurdan yekîtiya neteweyî nebe nabe
10:40 Nûnerên saziyan: Hemû netew neçar in li dijî terora DAIŞ'ê têbikoşin'
10:16 Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ji bo penaberan bang li rayedaran kir
09:59 QSD: Em li benda muxatabiyê ne
09:46 Eskeran gef li Saglam ê girt xwar
09:42 Ji Twîtterê biryara negirtina reklamên siyasî
09:10 Destûr neda girtî ziyaret bike
09:10 Beriya bibe qeyûm li ser navê şaredariyê biryar girtiye
09:09 Kanar: Dibe ku Tirkiye bê darizandin
09:08 Bi nexşandina şimikan debara xwe dikin
09:07 Xebitîn û kooperatîf ava kirin
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2019'AN
30/10/2019
20:11 Şivan Çetîn ê li Nisêbînê di êrîşa hawanê de birînda bû jiyana xwe ji dest da
20:03 TJA: Em dê li dijî hovîtiya ‘SMO' têbikoşin
17:19 Rojnameger Abdullah Kaya hat berdan
17:10 Destûr nedan navê Mahmût Baksî li pirtûkxaneyê bê kirin
17:02 Rejîma Sûriyê bang li QSD'ê kir: Ji bo şerê Lİ dijî Tirkiyê beşdarî nav artêşê bibin
16:56 276 rewşenbîran bang li NY’yê kir
16:35 Li Wanê qezaya trafîqê: 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn
15:59 57 girtî li Şakranê rastî cezayê hucreyê hatin
15:59 Alîkarê Bagdadî Abdûllah: Erdogan israr kir ku em êrişê Kobanê bikin
15:42 Erdogan: Ne komkujî ye, tehcîr e
15:32 Nivîskarê ‘Şêrgele’ û ‘Efîndîno’ hat bibîranîn
14:39 Danişîna Irmak û Demîrel hat dîtin
14:23 TUAY-DER: Ewlehiya girtiyan nîne, divê rayedar bikevin tevgerê
14:07 Îsraîl hemû nûnertiyên xwe yên dîplomatîk girt
13:44 Li Cizîrê şermezarkirinên qeyûm didomin: Tundî nikarin we rizgar bikin
13:26 Wênesazên jin kuçeyên Sûrê bi wêneyan dixemilînin
13:21 Dundara HDP'î: Wê 29'ê Cotmehê weke darbeya qeyûm bê bîranîn
13:17 MYK'a HDP'ê: Îtîfaqa AKP-MHP'ê li sînorê têkçûnek mezin e
13:16 Nancy Pelosî: Êrîşa artêşa Tirk a li dijî gelê kurd Komkujiya Ermenan bi bîr dixe
12:36 Prof. Morris: Ewropa ji tirsan naxwaze komkujiya ku Tirkiye pêk anîye bibîne
12:08 Di budçeyê de dîsa para herî pir ji xerckirinên parastin û ewlehiyê re hat veqetandin
12:04 Kêliyên diziya endamên OSO ya di bin banê TSK'ê de wiha hat tomarkirin
11:42 Li Farqînê û Hênê 5 kes hatin binçavkirin
11:35 Maçîn: Tenê rêyek li pêşiya kurdan heye ew jî yekîtî ye
11:07 Ji ber wêneyê 11 sal berê di Newrozê de kişandibû parve kir hat girtin
10:43 'Taxa me nîşan dide ku qeyûm tê çi wateyê'
10:34 Wesiyeta dengbêj Mihemedê Xato: Xwedî li dengê min û dengbêjiyê derkevin
10:27 Qeyûm kesê bi îhaleya 352 milyon tl nelirêtî kir xelat kir
10:02 Wê Danîmarka bi temamî firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bide rawestandin
09:52 'Xelata Şervanê Paqij' a Kanadayê îsal dan Mazlum Abdî
09:39 Rexneya OHD'ê ya li ‘pakêta darazê': Bi kevçî didin bi heskê distînin
09:12 'Roja Kobanê ya Cîhanê' çawa derket holê?
09:11 'Heta lêçûnên ji bo eskeriyê neyên kêmkirin wê tu wateyeke budçeyê tunebe'
09:10 Bi dosyeyên ku berê beraat kiribû ji peywirê hat girtin!
09:10 Rojnamevan Oktay a hat berdan: Ji ber ku min rastî nivîsand ez keyfxweşim
09:09 'Mirov nikare bi vî pereyî wekî mirovan bijî'
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2019'AN
29/10/2019
20:20 Li Girtîgeha Tokatê ji 54 girtiyan di 40 girtîyan de nexweşiya Hemoroîdê derket
16:22 DMME'yê di dozek din de jî Tirkiye mehkûm kir
16:14 Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê 14 leşkerên rejîmê dîl girtin
16:09 Ji ber ku negirtin cem dayika wî pitik Mîraz pir giriya
15:16 Ji Hevserokên Giştî yên HDP'ê peyama‘Komara Demokratik'
15:11 Leyla Guven: Hûnê nekarin vîna gelê Cizîrê teslîm bigirin
14:54 Polîsê ku li Mahsertê 2 jin kuştin hat girtin
14:37 KESK: Heta kedkar vegerin karê xwe dê têkoşîna me dewam bike
14:36 Qeyûmê Bismilê 7 karkerî bê hincet ji kar derxist
14:02 Çîçek Kobanê ku SMO'yê bi sejêkirinê gef lê dixwar li Miduriyeta Polisan a Rihayê ye
14:00 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:53 Tîme: Cîhatkarên ku piştgiriyê ji Tirkan distînin li Bakurê Sûriyeyê komkujiyê dikin
13:47 Dema binçavkirina 12 gundiyan dîsa dirêj kirin
13:41 Mamosteyê çapemeniya kurd hat bibîranîn
12:52 Girtiyên nexweş Başdaş û Beştaşoglû hatin berdan
12:51 Mazlum Abdî hûrguliyên operasyona li dijî Bagdadî vegot
12:02 Polisan mudaxaleyî çalakiya şermezarkirina qeyûm kir
11:54 Li Kandirayê cezayê ‘Ne li gorî exlaq cil li xwe kirin’ li parlementerên girtî birîn
11:29 Fermandarê QSD'ê Can: Operasyona Bagdadî di ruyê Tirkiyeyê de mehekê dereng ket
10:56 Leyla Guven: Destê xwe ji Rihayê vekişînin
10:21 Qeymeqam wekî qeyûm tayînî Cizîrê kirin
10:10 Ji welatiyan şîroveya krîza aborî: Her roja ku diçe em feqîr dibin
09:51 Li Şirnexê polisan siyasetmedarên kurd vexwendin'çay û sohbetê'!
09:18 Kedkarê çapemeniya azad: Hem mamoste bû hem hevrê bû
09:17 Polîsên li Elîgorê karker guleberan kirin dan ber lêpirsînê
09:16 Ji bo vegerin ser karê xwe her sibeh diçin ber fabrîkayê
09:16 Fermana Wezareta Dadê: DAIŞ'î û PKK'yî li heman korîdorê hatin bicihkirin
09:15 Aykol: Ji bo Ewropayê jestek kirin û em bi awayekî demborî berdan
09:14 'Îdiaya şandina penaberan bi xwe xofekê dixwe dilê mirov'
09:13 Ji ber xaza xwezayî û ceyranê nikarin sobeyan bifiroşin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2019'AN
08:09 Qeyûm tayînî Şaredariya Cizîre kirin
28/10/2019
18:55 Abdî: Em wekî QSD'ê ji bo yekîtiya neteweyî amade ne
18:08 Çaksu: Tirkiye bi giranî êrişî xeta Zirgan-Til Temirê dikin
17:45 94 meh in ji bo Roboskiyê edaletê dixwazin
16:46 ESP'î hatin berdan
16:37 Li Êlihê qeza: Karkerek mir û 10 karker jî birîndar bûn