* Kesên teqawît bûne, bertek nîşanî meaşên ku distînin dan û diyar kirin ku bi vî meaşî nikarin wekî mirovan bijîn û wiha gotin: "Em naxwazin zarokên me jî wekî me bijîn. Dema em dijîn em naxwazin mohtacê tu kesî bin."
* Rojnamevan Meltem Oktay a ji girtîgehê nû derket, diyar kir ku ew nikarin li welatekê ku rojnameger ji ber nivîsandina nûçeyan tên girtin, behsa azadiya ramanê bikin û got: “Ji ber ku min rastî nivîsand ez keyfxweşim. Heke bibe, ezê dîsa heman tiştî bikim. Di vê çarçoveyê de divê em piştevaniyê mezintir bikin.”
* Hevseroka Giştî ya OHD'ê Ayşe Acînîklî, pakêta darazê ya ewil rexne kir û got: “Bi kevçî didin û bi heskê distînin. Divê ji bo her kesî guhertin bê çêkirin. Dikarin cînayetê jinan, tacîz û tecawizê nexin nav."
* Derket holê ku Endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Mehmet Akdogan, ji ber du dosyeyên ku berê beraat kiribû û bi bêtaqîbiyê bi dawî bûbûn ji peywirê hatiye dûrxistin. Akdogan, got: "Li Tirkiyeyê li gel hiqûqa heyî, hiqûqa Wezareta Karên Navxweyî jî heye."
* Aborîzan Mûstafa Dûrmûş ji bo budçeya 2020'an got: "Heta ji lêçûnên cemaweriyê, lêçûnên eskerî, ji îsrafê neyê kêmkirin, tu çi qasî bacê zêde dikî bike jî wê bêwate be."
* Piştî berxwedana li Kobaniyê ya li hemberî DAIŞ'ê li tevahiya cîhanê hat bihîstin, 1'ê Mijdarê wekî "Roja Kobanê ya Cîhanê" hatibû ragihandin. Niha jî li dijî êrîşên Tirkiyeyê 2'yê Mijdarê wekî "Roja Rojava ya Cîhanê" hat îlankirin û gel ji bo pîrozkirina vê rojê amadekariyên xwe dikin.
* Helbestvan Arjen Arî dê ji aliyê malbat û nivîskaran ve li ser gora xwe ya Yenîkoyê a Amedê bê bibîr anîn (12.30)
* AKP û CHP dê li meclisê civina komên xwe li dar bixin (11.00-13.00)