AMED - Aydin Degîrmencî, ji Girtîgeha Tîpa T a Tokatê Aydin nameyek şand û diyar kir ku ji ber şert û mercên girtîgehê nexweşiyên wan zêde bûne û ji 54 girtiyan nêzî 40 girtî bi nexweşiya Hemoroîdê ketine. Degîrmencî, anî ziman ku cezayê qedexekirina ragihandin û telefonê lê hatiye birîn.
Her diçe li girtîgehan binpêkirinên mafan zêdetir dibin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê 457 jê giran hezar û 333 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyên nexweş jî Aydin Degîrmencî ye. Degîrmencî, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 8 sal in girtiye û di nav lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de ye.
Girtiyê nexweş, Aydin Degirmencî yê ku li Kawişa A2/6'an a Girtîgeha tîpa T a Tokatê dimîne, bi rêya nameyekê der barê rewş û nexweşiyên xwe de agahî dan. Degirmencî anî ziman ku nexweşiya Pençeşêra Kolon, nexweşiya şeker û hîper tansiyon pêre heye û wiha got: "Li vir rewşa me qet ber bi başiyê ve naçe. Roj bi roj zordariya li ser me zêde dibin. Dibe ku di rojên pêş de cezayê ragihandinê li me bibire. 4 dosya li min hatine vekirin. Ka em binerin bê rewşa me ber bi kuve biçe. Ji dosyayekê cezayê giran dan min. Li pêş me 3 dosyayên din hene."
'DI SALÊN DAWÎ DE NEXWEŞIŞÊN CÛR BE CÛR ZÊDE DIBIN'
Degîrmencî, anî ziman ku cezayê ragihandin, agahdariyê li wan berîne û agahiya wan ji derve çênabe û wiha lê zêde kir: Ji ber ku girtîgeh dûr e malbat nikare bê hevdîtinê. Cezayê telefonê jî li min birîne. Ji ber vê yekê têkilî qut dibe. Ji ber dûr e, malbat salê carekê tên hevdîtina min. Ji Colemêrgê heta vir 21 saet rê heye. Ji ber vê yekê malbat nikarin bên ziyareta min. Min di mehê dawî de ji bo Amed û Patnosê sewqa xwe xwest. Lê ji ber dosya tune sewq jî dernakeve. Vir pir sar e. Hem zivistan û hem havîn sar e. 3 sal û 6 meh in li vir im. Di salên dawî de nexweşiyên cûr bi cûr di laşê me de derdikevin. Ji ber av û hewa vir nexweşiya Hemorîtê serî hildaye û diçe belav dibe. Li vê qadê em 54 heval in. Di 40 hevalan de ev nexweşî derketiye."