AMED - Kadrî Kaya (Mamoste) ku bi salan ked da çapemeniya kurd û par jiyana xwe ji dest da, di 1'emîn salvegera mirina xwe de ji aliyê malbat û hevalên xwe yên rojnameger ve li ser gora xwe hat bibîranîn.
Damezrîner û nûnerê Amedê yê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (BHQ) de hat girtin Kadrî Kaya (Mamoste), di 1'emîn salvegera mirina xwe de ji aliyê malbat û hevalên xwe yên rojnameger ve li ser gora xwe bi merasîmekê hat bibîranîn. Hevserokên HDP'ê yên Amedê Hulya Alokmen û Zeyat Ceylan, parlementerên HDP'ê yên Amedê Saliha Aydenîz û Dersim Dag, rêveber û endamên Înisiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MGKP) û gelek kes tevlî bîranîna ku li Goristana Yenîkoyê pêk hat bûn. Piştî rêzgirtinê Berdevkê ÎRA'yê Hakki Boltan diyar kir ku rojnameger Kaya ji bo derxistina holê ya heqîqetê bi sebreke mezin têkoşiyaye.
'EM BI SEKNA KAYA DIKARÊN VÊ PÊVAJOYÊ DERBAS BIKIN'
Boltan di berdewama axaftina xwe de rojnamegerên ku hatine kuştin bi bîr xist û ev tişt got: "Rojnamegerên ku jiyana xwe ji dest dane di lêgerîna heqîqetê de ji me re rê vekirine. Di 4 salên dawîn de ji ber zextên dewletê karê rojnamegeran gelek zehmet bûye. Ji ber nûçeyên ku çêdikin rojnameger tên darizandin û bi salan di girtîgehê dimînin. Ev pêvajoya dikare bi sekna Kaya bê derbaskirin."
'ŞOPDARÊN WÎ PAŞDE GAV NAVEJIN'
Piştî Boltan Parlamenter Saliha Aydenîz axivî û ev tişt got: "Rojnamegerên kurd tiştên ku li herêmê diqewimin di şert û mercên zehmet de radigihînin. Bi keda mezin a Kadrî Kaya îro şopdarên wî paşde gav navêjin."
Piştî axaftinan beşdaran qurnefîl danîn ser gora Rojnameger Kadrî Kaya.