ÎZMÎR – Li Girtîgeha Jinan a Sergirtî ya Şakranê, Dayika Aştiyê Mevlude Başdaş a 62 salî û ji sedî 86 astengdar û Ozgur Bektaşoglû yê ji sedî 52 astengdar bû hatin berdan.
Dayika Aştiyê Mevlude Başdaş a 62 salî ya bi hinceta li Çiyayê Bagok a navçeya Nisêbîn a Mêrdînê beşdarî çalakiya “Mertalên zindî” bû 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, piştî paketa darazê qebûl bû, hat berdan. Başdaş a ev demek dirêj bû li benda emeliyatê bû, li Nexweşxaneya Nexweşiyên Sing Sûat Seren dest bi tedawiyê kir.
Li Girtîgeha Tîpa T a Manîsa jî, girtiyê nexweşina felca zarok Ozgur Beştaşoglû yê 43 salî yê ji sedî 52 astengdar bû jî, hat berdan.