ENQERE - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlum Abdî, hûrguliyên operasyona li dijî Serokê DAÎŞ'ê Ebubekir el Bagdadî ji Fox Newsrê re vegot. Abdî anî ziman ku endamên îstîxbaratê li cem Bagdadî bi cih kirin û ji bo operasyonê li gel Amarikaye yekîneya veşarî ya ji 3 kesên pêk tê ava kirin û kelî bi kêlî Bagdadî şopandin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlum Abdî, têkildarî operasyona li dijî Serokê DAÎŞ'ê Ebubekir el Bagdadî ji Fox News'ê re vegot. Abdî, anî ziman ku operasyona bi kuştina Bagdadî bi encam bû, çend meh berê dest pê kir û di hemû kêliyên îstîxbaratê de QSD jî tev li pêvajoyê bû. Abdî, da zanîn ku endamê QSD'ê yê di dilê DAÎŞ’ê de cih digirt, dema serdegiritnê jî di operasyonê de cihê xwe girtiye.
Abdî, anî ziman ku endamê îstîxbaratê yê QSD’ê ew agahdar kirin ku Bagdadî berê xwe daye Rojava û ber bi Idilbê ve diçe û wiha got: "Agahî da ku wê têkeve kîjan malê. Me di 15'ê Gulanê de agahî da DYA'yê. Piştî agahiyê me yekînieyên ku 3 Amerikayî ji di navde yekîneyek dizî ava kir. Endamê îstîxbatarê yê QSD’ê li qada lê hûrguliyên tunelê yê ku Bagdadî lê ye bi mere parve kir. Diyar kir ku li gel Bagdadî çend kes li herêmê ne û plan dikin ku têkevin nava tevgerê. Roja din Roja Şemiyê li dijî cihwarê wan êrîş hat lidarxistin. Endamê QSD'ê ji aliyê DYA'yê ve ji herêmê hat derxistin û birin cihekî ewle."
'SERKEFTINA KURDAN A PIR MEZIN E '
Abdî, di nûçeyê de anî ziman ku bicihkirina muxbîr a di nava DAIŞ'ê de gelek zor û zahmet e û wiha got: “Bi taybetî kesekî muhbîr ew qas nêzî Serokê DAÎŞ'ê be pir zahmet e. Ev serkeftina kurdan a pir mezin e. Kuştina Bagdadî bêyi istixbarata Kurdan ne pêkan bû."
Di nûçeyê de hat diyar kirin ku Peywirdarekî bi qidem ê di nava Wezîrê Parastina DYA'yê de aniye ziman ku QSD di operasyonê de rola sereke ya wekî lîstikvanê kîlît di lîstekê de lîstiye. Peywirdar anî ziman ku QSD û hêzên kurd di dema êrîşê de bi wan re de di babafirê de bûn û dema di operasyonê de 11 zarokên ku li gel Bagdadî li avahiyê bûn, radestî kesekî bi ewle kirine.
Werger: Ajansa Mezopotamya