RIHA - Li Pirsûsê, polîsan mînîbusa karkeran gulebaran kiribû. Piştî çend mehan bi îdiaya "birîndarkirina bi qesdî" derbarê 18 polîsan de lêpirsîn hat destpêkirin. Parêzer Adnan Yapici, diyar kir ku li cihê bûyerê 69 qewanên fîşekan hatine dîtin û got, ev ne bi qesda "birîndarkirinê", bi qesda "kuştinê" hatiye kirin.
Di 18'ê Gulanê de li Taxa Dêrto ya navçeya Xelfetî ya Rihayê, polîsek hatibû kuştin. Di dema bûyerê de polîsan li bajaroka Elîgorê ya Pirsûsê mînîbusa karkerên çandiniyê gulebaran kiribûn. Piştî çend mehan Dozgeriya Komarê ya Pirsûsê, derbarê gulebarankirina mînîbusa karkeran de bi îdiaya "birîndarkirina qesdî" 18 polîsa dan ber lêpirsînê. Parêzer Adnan Yapici, derbarê vê bûyera ku bû sedema birîndarkirina 5 kesan de destnîşan kir ku ev êrîş ne bi qesda birîndarkirinê, bi qesda kuştinê hatiye kirin û got, li cihê bûyerê 69 qewanên fîşekan hatine dîtin û ji van fîşekan 23 jê li mînîbusê ketine.
‘BI QESDA KUŞTINÊ HATIYE KIRIN'
Yapici, bilêv kir ku polîsan di îfadeya xwe de gotiye, wan ji mînîbusê xwestiye raweste lê belê mînîbus nesekiniye û got, lê belê beyanên polîsan û muwekîlan li hev dernakevin. Yapici, da zanîn ku li cihê bûyerê kamera hebûne û wan xwestiye dîmenên kamerayan li dosyeyê bên zêdekirin, lê belê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin. Yapici, dîsa da zanîn ku piştî mufetîş ji Enqereyê hatine û guh dane îfadeyên karkeran, derbarê 18 polîsan de bi "qesda birîndarkirinê" lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Yapici, got: "Gava em li îfadeya polîsên daxilî bûyerê bûne dinerin, tu dibê ji 18 polîsan tenê polîsek ev tişt kiriye. Li cihê bûyerê qewanên 69 fîşekan hene. Ji van fîşekan 23 jê li mînîbusê ketine. Li vira qesd ne birîndarkirin bûye, qesda wan kuştin bûye." Yapici, anî ziman ku polîsan nehiştiye tenduristkar mudaxileyî birîndaran jî bikin û got, karkeran gotiye polîsan ji tenduristkaran re gotiye: "Dest medin wan, bila bimirin."
Herî dawî Yapici, got: "Em Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê em ê şopdarê vê bûyerê bin. Ji bo ser bûyerê neyê girtin, ji destê me çi bê em ê bikin."