ŞIRNEX - Qeyûm tayînî şaredariya HDP'ê ya Cizîrê kirin. Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig, diyar kir ku polîsan tebligat danî navnîşanê.
Wezîrê Karên Hundir piştî qeyûm tayînî şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Wan, Mêrdîn û şaredariyên Colemêrg, Gever, Nisêbîn, Pasûr, Qereyazi, Bismil, Karaz, Peyaz û Erdîşê kirin, vê carê qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê kir.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31'ê Adarê de şaredarî bi ji sedî 77 dengan girtibû. Di saetên serê sibê de dîsa qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê kirin. Polîs serê sibê çûn îstasyona maşîneyên çopê û destûr nedan ku maşîne derkevin kar. Dîsa xwest maşîneyên li derve jî bên qada îstasyonê. Polîsên çûn mala Şaredarê Cizîrê Mehmet Zirig, têkildarî tayînkirina qeyûm tebligat danîn malê.
Hevşaredarê Cizîrê Zirig jî tayînkirina qeyûm piştrast kir û anî ziman ku qeyûm tayînî şaredariyê kirine. Zirig, anî ziman ku ji ber ne li malê bû tebligat danîne cem keyayê taxê.