SERÊKANIYÊ - Rojnameger Ersîn Çaksû ku li Serêkaniyê Nûçeyan dişopîne, diyar kir ku tevî biryara agirbestê jî êrişên Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Çoksû, anî ziman ku êrîşên Tirkiyeyê û El Qaîdeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. ANHA jî di nûçeyê de diyar kir ku TSK'ê li Zirganê 3 sivîl kuştine.
Rojnameger Ersîn Çaksu ku ji 9'ê Cotmehê heta niha li Serêkaniyê di nava şer de agahiyan radigîne û nûçeyan dişopîne, diyar kir ku tevî ku Tirikye, DYA û Rûsya di 22'ê Cotmehê de agirbest îlan kirine jî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Çaksû ji herema Serekaniyê agahî parve kirin û wiha got: "Di vê demê de herî zêde nehiya Zirganê ya Serêkaniyê dikin hedef. Çend roj in êrîşî vê herêmê dikin û di encama bersivdana hêzên QSD'ê de gelek wesayitên wan ên zirxî, yên çek li ser hatin rûxandin û gelek çete hatin kuştin. Lê êrîşên wan didomin. Qaşo agirbest heye, qaşo lihevkirin di navbera Rûsya û Tirkiyeyê, Emerîka Tirkiyeyê de heye. Qaşo Tirkiyeyê ragihandibû ku êrîş da rawestandin, lê belê êrîş didome."
Çaksû, bi dîmenan jî nîşan da ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê koçberiya xwecihiyan ji herêmê didome û wiha axivî: "Gundên ku herî zêde niha êrîş lê tê kirin gundê Bab El Xêr, Dawidiyê, Medbea ne. Ji van gundan heta rêya Dirbêsiyê û xeta Til Temirê êrîş didomin. Gundên Menacir, Soda, Salihiyê. Weke xetekê êrîş berdewam dike. Balafirên dewleta Tirk ên bi çek ên bêmirov ew jî bênavber li ser herêmê, li ser bajar û bajarok digerin û êrîş dikin. Di encama lihevkirinê û bi garantoriya Rûsyayê de hêzên rejîmê hatin vê deverê. Lê hîn dema ku nû gihîştin xeta sînor bûn hedefa êrîşa balafirên dewleta Tirk ên bêmirov û bi çek. Ji ber vê yekê jî dest ji mewziyên xwe berdan, vegeriyan û hatin nava bajêr. Niha li nava bajêre xeta xwe ya eniyê hemû berdane."
LI ZIRGANÊ 3 SIVÎL KUŞTIN
Ajansa Nûçeyan a ANHA jî nûçeyek weşand û diyar kir ku li Gundê Dibiş ê Bajaroka Zirganê ji aliyê eskerên Tirk ve hatine kuştin. Ajansê wêneyê 3 ciwanên ku hatine kuştin belav kir û anî ziman ku eskerên TSK'ê li Serêkaniyê 3 ciwan kuştine.