STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di meha 94'an de ji bo balê bikişîne ser Komkujiya Roboskê daxuyanî da û ji bo Roboskê dealet xwest.
Balafirên şer ên F-16 yên TSK'ê di 28'ê Kanûna 2011'an de Gundê Roboskê yê Qilebana Şirnexê bombe kirin û di 34 welatî qetilkirin. Komîsyona Edalet û Heqîqetê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi minasebeta 94'emnîn meha 28'ê Kanûna 2011'an a Komkujiya Roboskê daxuyaniya nivîskî dan. Komîsyonê di daxuyaniyê de diyar kir ku bazirganiya gelê Kurd a li ser sînorê di navbera Tirkiye û Iraq, Sûriye û Îronê de demek dirêj e berdewam dike û wiha got: “Roja 28'ê Kanûna 2011'an a Çarşemê ku serê sibê bi awayekî asayî dest pê kir, Saet di 16:00'an de koma ku ji 40 kesan pêk tê, ji bo mazot, çîgare û zexîre bistînin sînor derbas kirin û çûn aliyê Iraqê. Wekî her carê agahiya qereqolê hebû ku kom çûn. Di heman rojê de saet di 19:00'an de barê xwe hilgirtin û paşve vegeriyan. Saet di 21:00'an de eskeran wekî her carê pêşiya komê qut kirin. Dîsa rêyên din jî girtin û destûr nedan kom derbas bibin. Ewil guleya ronahiyê avêtin. Piştre guleyên top û obusan avêtin. Herî dawî balafirên şer ê F-16 hat li ser wan bombe barandin. Di êrîşê de 19 jê zarok 34 kesan jiyana xwe ji dest dan. Serdozgeriya Komarê ya Amedê doz vekir û di 11'ê Hezîrana 2013'an de der barê dosyayê de biryara bê erkdariyê dan. Tevî hemû serlêdanan herî dawî di 18'ê Tîrmeha 2014'an de serî li Dadgeha Makeqanunê (AYM) dan. 20 meh şûnde Dadgeha Makeqanûnê biryar da. AYM, bi hinceta belge kêm in, serlêdan red kir. Bi biryara Roboskê êdî îtîbara edalet û hiquqê nema."