ŞIRNEX - Li navenda Şirnexê polisan bi ser gelek malan de girt û 3 kesan binçav kir.
Polisan, li navenda Şirnexê bi ser gelek malan de girt û welatiyên bi navê Abdûlselam Baysal, Zahîde Barinç û Elmas Kulter binçav kirin. Her sê kesên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn, birin Miduriyeta Polisan a Şirnexê.