RIHA - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi heyetekê re li Rihayê serdana rêxistinên sivîl kir. Guven bertek nîşanî girtina delegeyên KCD'ê da û diyar kir ku girtin li dijî yekitiya kurdan in.
Rêxistina Bajar a HDP'ê ya Rihayê, Rêxistinên Sivîl ên Civakî yên li bajar ziyaret kir. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û parlamenterên HDP'ê Omer Ocalan, Ayşe Surucu, Mûsa Farisogûllari û gelek HDP'î tevlî ziyaretan bûn. Heyet destpêkê çû serdana Baroya Rihayê û têkildarî binpêkirinên mafan danûstana agahiyan kir.
'TÊ XWESTIN KU KCD BÊ TERORÎZEKIRIN'
Heyet paşê derbasî avahiya Rêxistina Bajar a HDP'ê bû. Guven li vir axaftineke kurt kir û bertek nîşanî girtina delegeyên KCD'ê da û ev tişt got: "Tê xwestin ku KCD bê terorîzekirin. Girtin li dijî yekitiya kurdan in."
Heyet ji vir jî derbasî şaxên bajar ên TTB, ÎHD û KESK'ê bû.