AMED – Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî mirovahiyê sûc tê kirin û wiha got: "Em bang li civaka elewî dikin ku piştevaniya Kurdan bikin."
Tirkiyeyê di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojilatê Sûriyeyê bi dang, top û balafirên şer dest bi êrîşan kir. Li gel biryara agirbestê ya di navbera Tirkiye û DYA'yê de û li gel mutabakata di navbera Rûsya û Tirkiyeyê ku ji 10 xalan pêk dihat jî Tirkiye êrîşên li bijî herêmê berdewam dike. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Antalyayê Kemal Bulbul, bertek nîşanî êrîşan da û diyar kir ku li Sûriyeyê sûcê mirovahiyê tê kirin. Bulbul, bang li rayedarên Tirkiyeyê kir û xwest demek berî demekê Tirkiye hêza xwe ji Sûriyeyê vekişîne. Bulbul, xwest çareseriya pirgsirêka Sûriyeyê ji gelê Sûriyeyê re bê hiştin.
Bulbul, anî ziman ku êrişa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne êrîşek herêmî ye û wiha got: "Ev ne êrîşek herêmî ye. Ev êrîşa kurevî ye. Li vir di olçeka cîhanê de îhlala mafên mirovan heye. Dema em li meseleyê dinerin em dibînin ku DYA, Rûsya, Îran, Îsraîl û Yekîtiya Ewropa jî di nava vê meseleyê de heye. Ev nîşan dide ku pirsgirêkek kurevî ye. Hiqûqa navneteweyî jî nişan dike ku divê Sûriye ya Sûriyeyîyan e. Ger ku Sûriye ya sûriyeyîyan be, wê demû çi karê Tirkiye, Rûsya DYA, Îran û Îsraîlê li wir heye. Mixabin em dibînin ku yen li Sûriyeyê ne ji bo berjewendiyên gelê Sûriyeyê li wir in. DYA ji bo berjewendiya xwe, Rusya ji bo berjewendiya xwe, Tirkiye û Îran ji bo berjewendiyên xwe li Sûriyeyê ne. Ji ber vê yekê ev dewletên navbori tev li dijî mirovahiyê sûc dikin. Sûcê mirovahiyê dikin.
'BÊYÎ SITATUYA KURDAN CÎHAN NE REWA YE'
Bulbul, da zanîn ku rêbazên ku Tirkiye ji bo Sûriye serlêdan dikin ne rewa ne û wiha axivî: “Tirkiye diçe Trump, nabe, diçe Rusya nabe, diçe Îranê nabe. Disa wan dawetî Tirkiyeyê dike nabe. Diçe Sûriye dagir dike dîsa nabe. Li Soçî li ser 10 xalan li hev dikin dîsa nabe çareserî. Nûnerên Kurdan li Sûriyeyê û Rusya ji bo parastina Kurdan hin gavan davêjin, lê em dîsa bi fikar in. Di heman saetan de Serokê DYA'yê daxuyanî dide û gotinên xweş dibêje. Her kesî dilxweş dike. Ev skandal e. Cîhaneke ku 40 milyon mirov bê statu bin, ew cîhan ne rewa ye.
DIVÊ ELEWÎ PIŞTEVANIYA KURDAN BIKIN'
Bulbul, li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tayînkirina Qeyûman a Şaredariyên HDP’ê bang li elewiyan kir û xwest elewî bi Kurdan de di nava piştevaniyê de bin û wiha got: "Ev êrîş ne tenê li dijî gelê Kurd tên kirin. Di heman demê de li dijî gelê Tirkiyeyê tên kirin. Bi taybetî elewiyên li Tirkiyeyê dijîn, rêgeha wan a dirokî ya li Tirkiyeyê, hebûna wan a li Tirkiyeyê ji Sûriyeyê tê. Ev yek di çaryeka Pir Sultan Abdal jî heye. Civaka Elewî divê bi kurdan re di nava şêwirmendiyê de be. Erkek mezin dikeve ser milê elewiyan. Divê li Trakya, Hatay, Qers û Derya Reş hemû elewî bi zanebûna meşa Baba Îshakan a 1240’an, têkoşîna Şah Kalenderler, Pir Sultan Abdallan, Kemalên Torlakan, Mustafayê Bortluceyan, Şeyh Bedrettinan, ji bo jiyana wekhev a Tirk, Kurd, Ereb, Ermenî û Boşnakan erkek mezin dikeve ser milê civaka elewî."