HEWLÊR - Têkildarî kuştina lîderê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî peyamek belav kir. Barzanî di peyama xwe de got: “Kuştina Bexdadî nayê wateya dawî hatina DAIŞ’ê.”
Piştî ragihandina kuştina lîderê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî, Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî jî peyamek belav kir. Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Bêguman her kesek ku tawanbar û qatilê xelkê bêguneh be, zû yan dereng dê her bigihîje cezayê xwe. Raste kuştina Ebûbekir Bexdadî bandorê li lawazbûna terorîstan dike, lê belê ya giring ew e ku hemû alî bi taybet civaka navdewletî agahdar bin ku kuştina Bexdadî nayê wateya bidawîbûna DAIŞ’ê. Pêwîste hemû alî hişyar bin, hevaheng û berdewam bin di şerê li dijî terorê û nehêlana terorê de.”
NÊÇÎRVAN BARZANÎ: KUŞTINA BEXDADÎ PÊNGAVEK MEZIN E
Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî jî di derbarê kuştina lîderê DAIŞ'ê, Ebûbekir Bexdadî de peyamek belav kir û ragihand ew jinavbirina Ebûbekir Bexdadî serê rêxistina terorîstî ya DAŞ'ê bi pêngaveke mezin ya şerê dijî terorê bi nav dikin, lê bidawîhatina teror û bîrdoziya DAIŞ'ê nîne.
Barzanî di dewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Herêma Kurdistanê beşeke sereke ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê bû, qurbaniyeke zêde ji bo jinavbirina terorê daye. Kuştina Bexdadî piştî jinavbirina bi nav Xelafeta DAIŞ'ê pêngaveke girîng e, lê nayê wateya dawî hatina teror û îdeoloiya DAIŞê, hîna jî metirsiya careke din bihêzbûna terorîstan zêde ye, DAIŞ û grûpên weke wê di navçeyê de hîna di tevgerê de ne û gefê li cîhanê dikin, lewra pêwîst e civaka navdewletî ji alîkarî û hevahengiya ji bo rûbirûbûna terorê berdewam be.”