AMED - Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, derbarê operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî û diyar kir ku wê Tirkiye di vê operasyonê de zirarek mezin bibîn e.
Operasyona Tirkiyeyê ya di 9’ê Cotmehê de, li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da dest pê kirin, di encama mutabaktên di 17’ê Cotmehê ya bi DYA’yê û di 22’yê Cotmehê ya bi Rûsyayê re de agirbest hat îlankirin. Parlameterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, têkildarî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
Parlamenter Huseyîn Kaçmaz, diyar kir ku Tirkiye di çarçoveya “Plana hilweşandinê” ya di sala 2014’an xistin dewrê de tevdigere û wiha got: “Gelek mînakên vê yekê hene. Rewş şer a li Rojava mînakeke vê yekê ye. Dagirkeriya Efrînê, dij derketina referanduma Başûr û dijminatiya gelê kurd mînakên herî ber bi çavin. Tirkiye di vê operasyonê de wê zirarek mezin bibîn e."
'DIJMINANTIYA GELÊ KURD WÊ DAWIYA AKP’Ê BÎNE’
Kaçmaz, da zanîn ku dijminantiya gelê kurd wê dawiya desthilatdariya AKP’ê bîne û wiha bilêv kir: “Desthilatdariya AKP’ê dixwaze emrê xwe dirêj bike. Ji ber vê polîtîkayên li dijî kurdan pêş dixwe. Di vê çarçoveyê de dixwaze dengên netewperest qezenc bike. Bi vî awayî hewl dide desthilatdariya xwe dewam bike.”
'DEWLETA GIRÊDAYÎ AKP Û ERDOGAN WÊ WINDA BIKE'
Kaçmaz, dest nîşan kir ku her roja diçe Tirkiye hêza xwe winda dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tirkiye bi van polîtîkayên xwe yên li dijî gelê kurd, her ku diçe hêza xwe winda dike. Her roja derbas dibe hîn zêdetir stuyê xwe li ber hêzên emperyalîst di tewîne. Em jî hewl didin modela jiyana hevpar a bi hemû gelan re ava bikin. Ev model wê hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike û şerên heyî ji holê rabike. Em di vê modela xwe de em bi israrin. Desthilatdariya AKP’ê wê winda bike. Di heman demê de dewleta ku girêdayî AKP û Erdogan jî, wê winda bike.”