WAN - HDP’iyan diyar kir ku tayînkirina qeyûman bûye awayê rêveberiya hikumeta AKP’ê û wiha gotin: “Bi tayînkirina qeyûman re gel tecrîd dikin. Divê li dijî vê têkoşîn bê dayîn.”
Bi biryara Wezareta Karê Hûndir, qeyûm tayînê 3 Şaredarên Bajarên Mezin, şaredarên bajarekê û 8 navçeyên dibin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin kirin û 13 hevşaredar hatin girtin. HDP’iyên li Wanê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û diyar kirin ku divê ew li dijî bêhiqûqiyên li ser vîna gelê kurd derkevin û vê bêhiqûqiyê qebûl nekin.
‘KEDA ME TUNE KIRIN’
Hatîce Kiye, anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê tayînkirina qeyûman kiriye awayê rêveberiya xwe û wiha axiî: “Ev cara duyemîne qeyûm tayînê şaredariyên me dikin. Ev xespa vînê ye. Bi vê keda jin, ciwan û hemû gel tune hesibandin. Lê gelê kurd tu carî dest ji têkoşîna xwe berneda. Ligel hemû polîtîkayên cihekarî û teslîm girtinê jî, gelê kurd bi tu awayî gav paş ve ne avêt. Gelê kurd wê van jî derbas bike û tim xwedî vîna xwe derkeve.”
REXNE LI MÛXALEFETÊ KIRIN
Îbrahîm Acar jî, tayînkirina qeyûma weke tecrîdkirina gel nirxand û wiha bilêv kir: “Ev pêkanîn dij qanûniye. Partiyên muxaletefê li dijî qeyûman bêdeng man. Em wan rexne dikin.”
‘LI DIJÎ PERGALA HEVSEROKATIYÊ YE’
Zubeyde Ozalp jî, da zanîn ku tayînkirina qeyûman li dijî pergala hevserokatiyê ye û wiha axivî: “Gelê kurd li dijî qeyûma serî rakiriye. Pergala hevserokatiyê ji bo jinan pergalek pir girînge. Em ê vê pergala xwe ya hevserokatiyê û vê pîvanê bi parêzin.”
WÊ DEMÊ BILA HILBIJARTINÊ NEKIN?
Ferfîn Kaya jî, da zanîn ku tayînkirina qeyûman li dijî mafê mirovane û wiha bertek nîşan da: “Wê demê çima mafê hilbijartinê didin mirovan? Bila hilbijartinê nekin. Ger sibe jî hilbijartin çêbe, ezê dîsa deng bidim vîna xwe.”
‘QEYÛM BIZMAREK JÎ LÊ NEXIST’
Kenan Kanat jî, dest nîşan kir ku hikumeta AKP’ê şaredariyan weke rantê bi kar tîne û wiha bilêv kir: “Qeyûman bizmarek bi tenê jî, li vî bajarî nexistin. Di ser de jî bi mîlyonan deyn li dû xwe hiştin. Ez van pêkanînan heya nefesa xwe ya dawiyê jî qebûl nakim. Emê têkoşîna xwe ya li dijî qeyûman, tim dewam bikin.”