STENBOL - Rojnameger Hediye Levent, diyar kir ku Tirkiyeyê di şerê Sûriyeyê yê 8 salan dewam kir de tu qezenc bi dest nexistin û got: “Di encamê de, di destê Tirkiyeyê de tenê Artêşek Netewî û 5 mîlyon koçber mane. Îro Tirkiyeya ku bi tenê maye heye.”
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn, di 22’yê Cotmehê de, derbarê operasyona leşkerî ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li Soçî hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê mûtabakateke ji 10 madeyan pêk tê weşandin. Rojnameger Hediye Levent a herêmê ji nêz ve dişopîne, mutabakata ji 10 madeyan pêk tê nirxandin.
Levent, diyar kir ku xala “Yekitiya siyasî û hevgitina axa Sûriyeyê” ya di mûtabakatê de cih digre, hevokek pir klasîke û wiha axivî: “Di hevdîtinê de ger behsa ‘Mûtabakata Edeneyê’ nehatiba kirin, tu wateya vê madeyê wê tunebûya. Yanî divê êdî Tirkiye hîn zêdetir hesas nêzî parastina sînor û hevgirtina axa Sûriyeyê bibe. Polîtîkayên Tirkiyeyê yên ji bo Sûriyeyê ne diyarin. Tirkiyeyê di pêvajoya Cenevreyê de çend caran got ew hevgirtina axa Sûriyeyê nas dikin. Lê di heman demê de, li Efrîn û hinek cihên Sûriyeyê jî gelek operasyon li dar xistin. Gelo çima Tirkiyeyê piştgiriyê dide Artêşa Netewî ya Sûriyeyê? Gelo armanc dike ku li Sûriyeyê rejîmê bide guhertin? Êdî li Sûriyeyê qada manevraya Tirkiyeyê teng bûye. Bi taybetî di demên dawî de DYA û Rûsya ji bo xwe weke fersend bi kar anî û hebûna xwe heya roja îro anî. Lê êdî qadekê ku ji bo xwe wergerîne nemaye. Tirkiye neçare ku bi Şamê re hevdîtinan bike. Di çarçoveya peymana Soçî de vê pêvajoyê dest pê kir.”
‘BAZARA SIYASÎ DEWAM DIKE’
Levent, der barê madeya “Bi hemû cureyên terorê re têkoşîn kirin” a mûtabakatê de jî wiha got: “Detayên vê madeyê wê di prtîkê de derbikevin holê. Di gelek madeyên mutabakata Soçî de xumamî heye. Meseleya ‘Artêşa Netewî’ ji 30 pêkhateyan pêk tê. Rûsya 17 de ji wan weke terorîst dibîne. Li aliyê din Tirkiyeya ku YPG’ê weke terorîst dihesibîne, Rûsya û rejîma Şamê wê weke terorîst nahesibîne. Ev rewş wê di rojên pêş de diyar bibe. Ji xwe hîna bazara siyasî dewam dike.”
‘DIBE KU HEVDÎTINÊN CUDA BÊN KIRIN’
Hediye Levent, madeya “divê hêzên QSD’ê 30 km ji sînor vekişin” jî nirxand û wiha bilêv kir: “Ez nafikirim ku QSD zar û zêçan kom bike û 30 km ji sînor vekişe. Di encamê de ew herêm axa wan mirovane. Ev peyman jî dişibe peyma dinavaber DYA û Tirkiyeyê de. Ji ber vê wê rêya xwe dewam bikin. Dibe ku di rojên pêş de hevdîtin nû çêbin.”
MESELEYA VEGERA KOÇBERAN
Levent, bal kişand ser meleya vegera koçberan jî û wiha pê de çû: “Di nava şert û mercên heyî de, ne pêkane ku Tirkiye karibe ‘Herêma ewlehiyê’ ava bike. Ev pir zore. Ji xwe Girê Spî û Serêkaniyê herêmek pir biçûke. Ji xwe ne pêkane ku mîlyonek koçber li wê derê bi cih bibin. Li Tirkiyeyê tiştekê ku divê em fêm bikin heye. Ji xwe hemû koçber venagerin. Yên bixwazin vekirin jî hejmara wan ne diyare. Berî her tiştî divê ev bê zanîn.”
‘TENÊ 5 MÎLYON KOÇBER DI DEST DE MA YE’
Levent, anî ziman ku Tirkiyeyê di şerê Sûriyeyê yê 8 salan dewam kir de tu qezenc bi dest nexistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di encamê de, di destê Tirkiyeyê de tenê Artêşek Netewî û 5 mîlyon koçber mane. Îro Tirkiyeya ku bi tenê maye heye.”
MA / Ferhat Çelîk