* Rojnameger Hediye Levent, diyar kir ku Tirkiyeyê di şerê Sûriyeyê yê 8 salan dewam kir de tu qezenc bi dest nexistin û got: “Di encamê de, di destê Tirkiyeyê de tenê Artêşek Netewî û 5 mîlyon koçber mane. Îro Tirkiyeya ku bi tenê maye heye.”
* Nûnerên STO’yên ji CHP’ê re name nivîsandin, diyar kirin ku li şûna ku CHP şer asayî bibîne, divê pêşengtiya têkoşîna li dijî qeyûman bike û gotin: “Ya ku li mûxalefetê tê jî, li ser rêya aştiyê dewam kirin e.”
* HDP’iyan diyar kirin ku tayînkirina qeyûman bûye awayê rêveberiya hikumeta AKP’ê û wiha gotin: “Bi tayînkirina qeyûman gel tecrîd dikin. Divê li dijî vê têkoşîn bê dayîn.”
* Welatiyên li herêma Zinnar a Mêrdînê dijîn, bi hilbijartina tirî kevneşopiya çêkirina benî, bastiq û dimsê dewam dikin.
* Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, derbarê operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî û diyar kir ku wê Tirkiye di vê operasyonê de zirarek mezin bibîn e.
* 4'emîn Danişîna doza Bav A.K., yê di 12'ê Îlona 2018'an de li dijî zarokên xwe yên 5 û 7 salî îstîsmara zayendî kir dê li Edliyeya Karşiyaka ya Îzmirê bê dîtin. (10.00)
* Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), dê têkildarî 5'emîn Kongreya ASayî li Navenda Giştî ya DBP'ê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)
* Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê dê têkildarî 94’emîn meh vegera Komkujiya Roboskê li pêş avahiya ÎHD'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)