NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya QSD‘ê têkildarî kuştina Serokê DAIŞ'ê El-Bexdadî daxuyanî da û ragihand ku El-Bexdadî di encama hevkariya di navbera wan û Amerîkayê de hatiye kuştin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî kuştina serokê DAIŞ‘ê Ebû Bekir El-Bexdadî daxuyaniyek li bajarê Hesekê da. Daxuyaniya bi zimanê Kurdî Berpirsê Têkiliyên Giştî yê QSD‘ê Rêdûr Xelîl û bi zimanê Erebî jî Berdevkê Fermî yê QSD‘ê Kîno Gabriyêl xwendin.
‘Kuştina El-Bexdadî serkeftineke dîrokî ye‘
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya QSD'ê wiha ye: "Di encamê xebateke hevbeş û bi baldarî ku zêdeyî 5 mehan di navbera îstîxbarta leşkerî ya QSD‘ê (Ewlekarî) û Hêzên Amerîkayê dom kir de serkêşê rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê "Ebû Bekir El-Bexdadî" vê sibehê bi operasyoneke hevpar li nêzî bargeheke leşkerî ya Tirkiyê li gundê Barîşa yê bakurê parêzgehê Idlibê hate tinekirin.
Ev serkeftina dîrokî encama hevkariya xurt a di navbera QSD û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de pêk hat. Herdu aliyan pêvajoyên amadekariyên operasyonê bi hemû detayên wê şopandin.
Em Hêzên Sûriya Demokratîk destnîşan dikin ku ev operasyon ji ber êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên me meheke dereng hate xistin. Ev operpasyon rakirina tolê ji komkujiyên ku rêxistina terorîst li Kobanê, Şengal, Xabûr, Deşta Nînewa, Kerkûk, Xaneqîn, Mexmûr, jinên Kurdî ên Êzidî bi taybet pêk anîne, rakirina tola mirovên ku ji ber sûcên rêxistina DAIŞ‘ê li tevahî cîhanê bûne qurbanî ye.
Operasyon piştî ku îstîxbarata me yên leşkerî agahiyên girêdayî cihên fermandarên rêza yekem ên rêxistina DAIŞ‘ê di nav de El-Bexdadî li herêmên di bin serweriya dewleta Tirk de kom kirin, pêk hat. Ragihandina me piştî rizgarkirina bajarokê Baxozê jî hin deta li ser vê yekê dan.
Em cîhanê hişyar dikin ku derbasbûna komên cîhadîstî bi artêşa Tirk re ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dê zemîneke guncaw ji geşkirina DAIŞ‘ê re deyne. Ev yek metirsiyeke mezin li ser herêmê û giştî civaka navdewletî çêdike. Beriya niha jî me destnîşan kiribû ku DAIŞ‘ê û fermandarên wê derbasî herêmên di bin serweriya artêşa Tirk û komên girêdayî wê yên li Idlib û Efrînê ango herêmên "Mertala Firatê" bûn. Operasyona dawî ya kuştina El-Bexdadî delîlê rastiya zanyariyên me ye.
Em Hêzên Sûriya Demokratîk spasiya hemû alî û hêzên ku di serkeftina vê operasyona dîrokî de cih girtin dikin. Di heman demê de em diyar dikin ku xebata me ya hevpar bi Koalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û saziyên me yên îsxtîxabatê berdewam in, em ê têkoşîna xwe ya li dijî fermandarên DAIŞ û şaneyên wê mezin bikin."