NAVENDA NÛÇEYAN - 15'emîn hêjmara Kovara Jineolojiyê bi dosyaya "Demografya" derket pêşberî xwînerên xwe.
Hejmara Kovara Jineolojiyê ya 15'emîn ya mehên cotmeh-Mijdar û Kanûnê, bi dosyaya "Demografya derket. Kovara Zanist û Têgejê Jineolojî, ev 3 sal e ku bi dosyayên cuda cuda tê pêşberî xwendekaran. Kovar niha li hemû pirtûkxaneyan bi hejmara 15'emîn li benda xwendekarên xwe ye. Kovara Jineolojiyê di vê hêjmarê de balê dikişîne ser mijarên polîtikayên îktidarê yên li ser demografya, aqilê jinê û bedena jinê. Dîsa balê dikişîne ser hişmendiya mêr ya di nava civakê de pêl bi pê belav dike. Vê hişmendî u polîtîkaya îktidarê dadihurîne û balê dikişine ser çareseriya alternatifa nifûsa ku navenda wê jin e. Di vê hêjmarê de li bersîvê pirsên: “Li dijî Demosa û jinê demografya ye?, An ji, Demos û demografyaya navenda wê jin e?. Yanî li ser erdnîgariya bê gel, jin û civak? Ango erdnîgariya ku navenda we jin, hemû reng û ruyê jiyana li ser têkiliyên bi sinc û azadî pêş dikeve? digere.
Kovar, dîsa li ser hişmendiya bi navê bê jin û bê civak bê hiştin, tê guhertin û polîtîkaya guhertina nifûsê, Şopa jiyana li dora nirxên civak û jinê pêş dikeve û Alternadifên ku têkoşîna jinê derxistiye holê û nerînên cuda digire dest.
Kovara di hejmara bê de wê bi dosyaya "Aborî" ji xwendkaran re bê ragihandin.