EDENE - Meclisa Jinan a HDP'ê ya Edeneyê dest bi starta çalakiyên 25'ê mijdarê kir. Meclîsa Jinan, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşina Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinan, dê heta 25'ê mijdarê her roj çalakiyan li dar bixin.
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya Edeneyê, tekildarî çalakiyên der barê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşina Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinan bi diruşmeya "Hevserokatî xeta me ya xemrî ye" li avahiya HDP'ê ya Edeneyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Meclîsa Jinan a HDP'ê bi civîna çapemeniyê starta çalakiyên 25'ê mijdarê dan û diyar kirin ku dê heta mehekê her roj li qadan di nava çalakiyan de bin. Li ser navê jinan Saniye Seçkin daxuyanî xwend û wiha got: "Di pêvajoya ku em îsyana xwe mezin dikin de em starta çalakiyên 25'ê Mijdarê didin. Heta 25'ê mijadê li mal, dibistan, cihê kar û li her qadê emê mil bidin hev û têbikoşin.
Seçkin, destnîşan kir ku ev şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dikeve ne tenê şoreşa jinên herêmê ye û wiha got: "Ev şoreş; şoreşa hemû jinên li Kurdistan, Tirkiyeye û hemû jinên li cîhanê têkoşîna azadiyê dide ye.
Ev şoreş li dijî hovîtiya DAIŞ'ê bi betelên mezin hatiye avakirin. Li dijî îtîfaqa faşîst a AKP-MHP-Ergenekonê pêş ketiye. Li dijî OSO ya uniformayê DAIŞ'ê li xwe kiriye ye. Em carek din diyar dikin ku ev şer li diji gelê Kurd û li dijî gelê ji bo jiyana hevpar a Rojhilata navîn têdikoşe ye. Em ê li gel feministan li qadan bin. Em bedeng nabin, natirsin û em seri natewînin."