NAVENDA NÛÇEYAN - Li Zanîngeha Texas A&M'ê ya Amarîkayê êrîşa çekdarî pêk hat. Di erîşê de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.
Li Zanîngeha Texas A&M'ê ya Dewletên Yekbûyî ya Amarîka (DYA) dema xwendekaran şaniya mezûniyetê li dar dixistin êrişa çekdarî pêk hat. Di êrîşê de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 10 kes birîndar bûn. Li gorî nûçeya Dallas Morning Newsê li Zanîngeha Texas A&M'ê ya Bajarê Greenvilleyê dema xwendekaran şahiya mezuniyetê li dar dixistin êrîşa çekdarî pêk hatiye. Nûçegîhanê Kanala WFAA-TV'ê Jason Whitely, li ser hesabê twitterê diyar kir ku di êrîşê de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û zêdeyî 10 kes jî birîndar bûne.b