NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratik (QSD) Mazlum Abdî, diyar kir ku piştî îstîxbarata 5 meh berê, li bejahiyê dest bi xebata îstîxbaratê kirin û wiha got: "Bi operasyonek hevpar heta me terorîst Ebu Bekîr El Bagdadî ji holê rakir em bê navber ketin şopa wî. Ji hemû kesên ku keda wan ketiye nava vê xebata newaze (mukemmel) em spasiyên xwe pêşkêş dikin.
Ajansa Nûçeyan a Reuters'ê nûçe parve kir û diyar kir ku dema Bagdadî direviya Sînorê Tirkiyeyê hatiye kuştin. Reuters'ê da zanîn ku Rêberê DAİŞ'ê Ebubekir el Bagdadî dema ji Idlibê direviya Tirkiyeyê 5 km nêzî sînorê Tirkiyeyê li Gundê Barishayê hat kuştin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratik (QSD) Mazlum Abdî, diyar kir ku piştî îstîxbarata 5 meh berê, li bejahiyê dest bi xebata îstîxbaratê kirin û wiha got: "Bi operasyonek hevpar heta me terorîst Ebu Bekîr El Bagdadî ji holê rakir em bê navber ketin şopa wî. Ji hemû kesên ku keda wan ketiye nava vê xebata newaze (mukemmel) em spasiyên xwe pêşkêş dikin.
Serokê DYA'yê Donald Trump li ser hesabê xwe peyama "Tiştekî pir mezin çêbû" parve kir. Li ser vê yekê hat gotin ku dibe DYA li dijî Rêberê DAIŞ'ê Ebubekir el-Bagdadî û yekîneyên DAIŞ'ê li Idlibê operasyon pêk anîbe û Bagdadî di vê operasyonê de hatibe kuştin.