HESEKÊ - Bi hezaran Mamosteyên Ziman û Xwendekarên dibistanên Kantona Hesekê daketin qadan û êrîşên Tirktiyeyê û hevkarên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Li Hesekê bi hezaran mamoste û xwendekarên wan bi dirûşma "Ji dagirkeriya dewleta Tirk re na" li Kantona Hesekê meşek girseyî lidarxistin. Mamoste wêneyên jin û zarokên ku di êrîşên li Serêkaniyê bi çekên qedexekirî yên fosforê hatin qetilkirin û bi pankartên "Tirkiyê xeteriyek li ser zanistê ye" hilgirtin. Girsê ji çarxereya Sînalokê dest bi meşê kir heta Çarxereya Itfayiyê meşiyan. Girsê li vir ji bo kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz girt û daxuyanî dan. Endama Rêvber a Dibistanan Bêrîvan Yaso daxuyanî da. Bêrîvan Yaso wiha got: "Di sed sala 21'ê de mirovahî gihiştiye astek herî bilind a mafên mirovan, bi taybet mafê jiyan, aramî û perwerdehiyê. Ev di qadên navneteweyî de bûne pîvan û statûyên jiyana mirovan. Li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku piştî berxwedaniyek bêhempa ji aliyê şervanên Azadiyê YPJ/YPG'ê û QSD'ê li hember hêzên radîkal hate meşandin û bi alîkariya hêzên navneteweyî ji holê rakirin ku metirsiya wan ne tenê li ser herêmê bû, lê li ser hemû cîhanê metirsiyek hebû. Piştî vê berxwedanê herêm bi hemû pêkhateyên xwe di aramiyekê de djiyan û sîstema xwe ya Rêveberiya Xweser ava kirin. Di vê sîstemê deher kes bi çand û zimanê xwe azadiya xwe dijiya, lê ev nehat hesabê dewleta tirk. Ji ber wê di 9’Ctmehê de Artêşa Tirk û komên DAIŞ û El-Nusra êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û xeteriyek mezin li ser zanistê pêk hat, Despêka ku êrîş kir peymangeh û dibistanan hedef girtin û rûxandin.'
Yaso anî ziman ku ji ber êrîşa Tirkiyeyê û çeteyên DAIŞ û El-Nusra li ser herêmên wan bi hezaran koçber bûn û wiha bi dawî kir: "Di encam de pêşeroja bi hezaran zarokan jî têk çû. Ji ber ku zarokan revandin û komkojî li ber çavê xwe dîtin, ev jî bandoreke neyînî li ser wna çêkir."
Daxuyanî bi dirûşma "Ji dagirkeriya dewleta tirk re na" û "Bijî berxwedana rûmetê" bi dawî bû.