NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê der barê hevdîtinên bi Rûsyayê re daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêza Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê hevdîtinên bi Rûsyayê re daxuyaniyeke nivîskî weşand. QSD’ê destnîşan kir ku ew ê ji bo sekinandina êrîşên li ser gel û destketiyên herêmê li gorî encamên lihevkirina Soçî ya 22’yê Cotmehê 2019’an tevbigerin.
QSD'ê di daxuyaniyê de wiha got: "Piştî guftûgoyên berfireh li gel Federasyona Rûsya li ser hin xalên hevpeymanê ku me erê nedikir, bi armanca sekinandina êrîşên artêşa dagirker li ser gel û destkeftiyên herêmê, em gihîştin encama pêk anîna lihevkirina Soçî ya 22’yê Cotmeha 2019’an. Hêzên Sûriyeya Demokratîk li seranserê Bakûrê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê li herêmên dûrî sînorê Tirkiye û Sûriyeyê xwe ji nû ve belav dike û li qadên nû bi cîh dibe da ku ev êrîşên hovane û xwîna ku dirije werin sekinandin. Hêzên parastina sînor a hikûmeta navendî li van herêmên sînor tên bi cîhkirin. Weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk, li gel teqezkirina pêbendiya xwe ya parastina gel û destkeftiyên herêmê, em bang li Federasyona Rusya dikin ku bi erkên xwe rabe û di navbera Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta navendî ya Şamê de bingeha diyalogek çêker ava bike."