EYN ÎSA- Berpirsê depoyên genin ên li Girê Spî Şêx Mihemed Ebdo, diyar kir ku eskerên Tirkiyeyê hemû ceh û genimên di depoyên El-Dehlîz û El-Sexrat de talan kir û birin Tirkiyê.
Nûner û rayedarên Depoya Genim a Girê Spî diyar kirin ku eskerên TSK'ê û girêdayî wê yên Tirkiyeyê navendên xizmetguhzarî û milkên sivîlan dagir kirin û talan kirin û gotin: "Sala borî li Efrînê berhemên zeytûn û genim talan kir, niha jî genim talan dikin. Berpirsê depoyan li bajarê Girê Spî Şêx Mihemed Ebdo ji ajansa me ANHA`yê re axivî û got: "TSK û komên DAIŞ`ê yên Ii bajêr vegeriyan depoyên El-Dehlîz ê rojhilatê bajarokê Silûk talan kir. 11 hezar û 400 ton genim û depoyên El-Sexrat ê başûrê Girê Spî 11 hezar ton genim talan kir. Di hundirê her du depoyan de 26 hezar ton ceh heye. Bi vê yekê artêşa Tirk û çeteyên wê 48 hezar û 400 ton ji ceh û genim ji bajarê Girê Spî, talan kirin."
Ebdo, anî ziman ku wan ceh û genim piştî mewsim bi buheya 160 lîreyên Sûrî kirîn û berhemên genim û ceh di depoyan de sal û nîvekê têra herêmê dikir. Ebdo destnîşan kir ku çeteyan nêzî depoyên El-Dehlîz rojhilatê bajarokê Silûk rêyek taybet vekirin da ku genim bidizin û bibin Tirkiyê û got: "Çeteyan depo di saetên şev de, talan kir. Gef li min û malbata min xwarin. Gotin 'Em ê we bikujin piştî ku mala wî şewitand. Çeteyan malên her kesê ku di Rêveberiya Xweser de dixebitin şewitand û gefên bi kuştinê li wan xwarin."
Tê zanîn ku li kantona Girê Spî 4 depo hene (El-Dehlîz li bajarokê Silûk, El-Sexrat başûrê Girê Spî, Eyn Îsa û Şirakrik ku ji mezintirîn depoyên li kantonê ye û ji aliyê balafirên dewleta Tirk hat bombebarankirin.