ŞEHBA - Pêkhateyên Ereb ên Şehbayê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bal kişandin ser sûcên şer ên dagirkeriyê der heqê jin û zarokan. Pêkhateyê got: “Kiryarên artêşa Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, brdewamkirina binpêkirinên li Efrînê ye.”
Li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hejmarek ji şêniyên kantona Şehbayê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivîn û bertekên xwe anîn ziman. Pêkhateyên ereb gotin “Armanca artêşa Tirk têkbirina biratiya gelan û jiyana hevbeş a herêmê ye.”
Welatî Beşar Xalid ji ber topbarana herêma Şehbayê koçî kantona Efrînê kir. Lê piştî êrîşa li dijî Efrînê dîsa ji Efrînê koçî Şehbayê kir û niha li Şahbayê dijî. Xalid, bal kişand ser êrişên li dijî gelê herêmê û got: “Efrîn aram bû, em li ser esasê biratiya gelan û jiyana hevbeş dijiyan. Lê belê dewleta Tirk a dagirker hewl da parçebûnê di navbera pêkhateyên herêmê, Ereb, Kurd û Suryaniyan de derbixe. Artêşa Tirk îdîa dike ku li dijî terorê şer dike. Di rastiya xwe de Erdogan destekê dide terorîstên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi çekên qedexekirî bi hezaran zarok û sivîlan qetil dike."
Welatî Meysa Mislim jî berê ji Şehbayê koçî Efrînê kiribû. Ji wir ji koçî Şehba kir. Mislim wiha axivî: "Bajarê Efînê bi hezarên malbatên koçber ên ku ji ber kiryarên çeteyan reviyanbûn, hembêz kir. Lê artêşa Tirk pêşberî çavên cîhanê herêm bi çekên giran û qedexekirî kir armanc û qetilkirin, talankirin, ferzkirina fidiyan li ser şêniyan û revandin bi xwe re anî.”
Welatî Nehîda Mislim jî wiha got: "Artêşa Tirk li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kiryarên dermirovî û sûcên şer pêk tîne, di nav de jinên ku bedena wan xirabkirine, ev dubarekirina komkujiya Efrînê ye. Dewleta Tirk li herêmê biratiya gelan dike armanc, lê belê em jî wekî pêkhateya Ereb, em ê bersiva van êrişan bidin û soza berxwedanê heta rizgarkirina xaka xwe ya dagirkirî didin.”