ÊLIH - Li Warê dîrokî yê Heskifê gelek berhemên dîrokî di bin navê "Parastinê" de dixin bin betonê.
Talankirin û wêrankirina warê dîrokî heskifê tevî hemû nerazibûn û bertekan disa didome. Li warê dirokî Heskifê ku di bin bendava Ilisu de dimine, warê dîrokî di bin navê "Parastinê" de ser wan tên betonkirin. Xebatên betonkirina warên Dirokî didome. Heta niha li Heskifê warên Dirkî yên wekî turbeya Zeynelbey, Hemama Artuklu, Zeviya Mela Abdullah, Deriyê navîn, Biloka Rojhilat û Rojava ya Mizgefata Eyyubî, Diwarê Bakur û Başur ê Mizgefta Eyyubî, Mizgefta Suleyman, Deriyê tac, ji cihê wan rakirin û birin cihê din. Li aliyekî warên dîrokî ji cihê wan radikin dibin cihê din û li aliyê din ava bendavê dibe gol û gelek warên dîrokî û şûnwar di bin avê de dimînin.
Niha jî warên dîrokî yên cihê wan nayê guhestin di bin navê "Parastinê" de ser wan tên betonkirin.