ŞIRNEX - Ji Şirnexê bi sedan cerdevan sewqî sînorê Herêma Kurdistana Federe kirin. Niha jî gelek konteynir û kulubeyên eskerî sewqî herêma sînor dikin.
Operasyona TSK'ê ya "Pençe" 1-2-3 bi mehan e li herêma Kurdistana Federe didome. Ji Şirnexê bi sedan cerdevan sewqî sînorê Herêma Kurdistana Federe kirin. Niha jî gelek konteynir û kulubeyên eskerî sewqî herêma sînor dikin. Cerdevanên ku li Elkê û Qilebanê kom kirin, sewqî herêma operasyonê ya li Çelê û Şemzinanê yên Colemêrgê kirin. Dîsa beşek cerdevanan sewqî sînorê Qilebanê kirin. Niha jî bi dehan konteynir sewqî herema sînor dikin.