STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Emran Emekçî, diyar kir ku derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê û operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, darbeya li dijî fikra Ocalan a “Komara Demokratîk" e û wiha got: “Ger ku fikra Komara Demokratik têkeve meriyetê dê kirîza aborî, siyasî û civakî jî bi dawî bibe."
Di pêvajoya ku Komara Tirkiye dikeve 96 saliya xwe, teza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li 20 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di yek hucreyê de ye, bêtir bi wate dibe. Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Emran Emekçî, têkildarî teza Ocalan a “Komara Demokratik" û êrîşa Tirkiyê ya di 9'ê Cotmehê de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
Prz. Emran Emekçî anî ziman ku Tamîma Amasya ya 21/22'ê Hezîrana 1919'an gava yekem a komarê ye û wiha got: "Li vir banga Kongreya Erziromê ku bi giranî ji delegeyên Bajarê Kurdan pêk tê dike. Xwest kongde di 10'ê Tîrmehê de pêk bê. Mustafa Kemal li vir hêj li Amasya bû, ne li Îzmîr, Stenbol, Samsûn, Enqere, Amasya û Sêwasê, banga xwe li Erziromê û Eşrafên Kurd dike. Ya ku M.Kemal dibe Erziromê hin rastiyên dîrokî ne. Wê demê Îzmîr hatiye dagirkirin. Hikûmdarê Stenbolê der barê wî de banga vegerê û girtinê kiribû. Ji ber biryara girtinê nikaribu li Samsun û Amasya bimine. Ji bo Mustafa Kemal tenê cihê bi ewle, cihê ku nûnerên Kurd lê kom bûn Kongreya Erziromê bû. Piştgiriya Kurdan di serdema amadekariya Kongreya Erziromê de xwedî girîngiyek stratejik bû. Li vir yê dibe sedem ku bibe Serokê Kongreyê û rêberiya siyasî û civakî bike û delegeyan kom bike dîsa delegeyekî Kurd ê Kongreya Erziromê ye. Ev dibe gava yekemîn a tevgera Azadiya Komarê. Di plana pişt de têkiliya Kurdan a xurt heye. Wê demê ger ku Ataturk bi esraf û nûnerên Kurdan re ne di nava diyalog û temasan de bûya û piştgiriya Kurdan negirtibûya wê ne tevgera rizgariyê û Komar wê wekî peymana Sewrê pêş ketibûya."
Emekçî, anî ziman ku Kurdan helwesta xwe di şerê li Dîlok, Mereş û Rihayê de li dijî êrîşên Îngîlîz û Fransizan de nîşan da û beşdarî Kongreya Erziromê bûn û piştgirî dan Mustafa Kemal. Emekçî, da zanin ku piştî mutefîkê Komarê û Tevgera Rizgariyê ya Kurdan, Mustafa Kemal di axaftina Kongreya Erziromê ya di navbera 23 Tîrmeh û 7'ê Tebaxa 1919'an de bi gotina “Em xelke Kurd û Tirk, hiqûqa û heqqê du gel û xelkan in. Disa di beyanmameya Sêwasê ya 4-11'ê Îlona 1919'an de têkildarî sînorê Misak-î Millî, di xala yekemîn de û di Protokola Amasya ya 20-22'ê Cotmeha 1919'an de bi nivîskî û îmze hatiye parvekirin.
Di Protokola duyemîn a Misak-ı Millî de aşkere dibêje “Welatê hevpar ê Tirk û Kurdan" û pênase dike. Dîsa ji bo mafê Kurdan ê nijadî û îçtimaî bê parastin, îmze dike. Mustafa Kemla vê rastiyê di Kursiya Meclisa Mezin a Tirkiyeyê ku di 23'ê Nîsana 1920’an de vekiriye dubare dike. Di makeqanuna yekemîn a Komarê ya 1921'an de xweseriyê di makeqanûnê de bi cih dikin. Mustafa Kemal vê rewşê di civîna çapemeniyê de teyîd dike. Dibêje di mijara meseleya Kurd de li gorî Makeqanûna 1921'an, Kurd dê bi nasnameya xwe li bajar û wîlayetên lê dijîn, bi nûnertiya xwe li ser esasê xweseriyê xwe bi xwe bi rêve bibin."
Emekçî anî ziman ku silogana îro ya “Em dê bajarê xwe, tax û kolanên xwe bi xwe bi rêve bibin" di Makeqanûna sala 1921'an de heye û bingeh wê demê hatiye avêtin û wiha axivî: "Wê demê (1919-23) zor li Mustafa Kemal kirin ku navê “Komar, Komara Tirk, Dewleta Tirk, Milletê Tirk, lê bikin. Lê wê demê M.Kemal qebûl nekir û got “Na navê wê Komara Tirkiyeyê, Dewleta Tirkiyeyê û Gelê Tirkiyeyê ye" Diyar kir ku Gelê Tirkiye, Meclîsa Tirkiyeyê ne tenê ya Tirkan e. Di heman demê de meclîsa Kurd, Çerkez, Laz û ya hemû cudahiyên din in e."
Emekçî, da zanîn ku Mustafa Kemal li şûna yek perestiyê pirrengî û pir alî esas girtiye û wiha got: "Bêtir bal kişandiye ser Gelên Tirkiyeyê û Dewleta Tirkiyeyê. Li şûna feraseta yek perestiyê Kurd nehatiye inkarkirin. Bi rola Kurdan a stratejik di heman demê de di 4'ê Çileya 1922'an de ji Lenin re name şandiye. Li dijî dagirkeriyê, bal kişanddiye ser rola hêzên civakî û îtîfaqa demokratîk (A ji hêzên sosyalîst, laîk nijadperest, omerperest, Sunni-Alevî,misilman, Kurd, Tirk, Çerkez, Lazlar û hwd a li ser esasê Komara demokratîk)
Lê kadroyên bûn alîgirê Îngîlîstanê di salên 1919-23'an de Mustafa Kemal dorpêç kirin û bi komplo û provokasyonan Komara Demokratîk berovajî kirin.
'HEWLDANÊN OCALAN ÊN DI SALÊN 1990'AN DE RASTÎ KOMPLOYÊ HATIN'
Emekçî, anî ziman ku di salên 1990’an de Ocalan ket nava lêgerîna Komara Demokratîk û ev hewldana Ocalan bi darbe û komployan hat pûçkirin. Emekçî anî ziman ku Ocalan xwest Komara Demokratîk di salên 1990'an de nûjen bike, lê ji sala 1993'an heta niha bi hewldanên cuda tev vala derxistin. Dema Ocalan di 1993'an de agirbest îlan kir bi kuştina Ozal hat puç kirin û wiha got: "Di sala 1995'an de dîsa agirbest îlan kir, lê di 6'ê Gulana 1996'an de Ocalan rastî suikastê hat. Di 1'ê Îlona 1988'an de agirbest îlan kir, lê di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi komploya navneteweyî û komploya 11'ê Îlona 2001'an xwestin ji aliyê hundir ve tasfiye bikin. Dîsa di 5'ê Mijdara 2007'an de di hevdîtina Bush-Erdogan, di 8'ê Çileya 2008'an de Gul DYA ziyaret kir û DYA dijminantiya hevpar a li dijî PKK'ê anî ziman. Ocalan rastî cezayê hucreyê hat. Di 4'ê Gulana 2008'an de Erdogan-Buyukanıt hevditina bi dizî kirin û operasyona KCK'ê li dar xistin. Erdogan bi Îranê re peyman çêkir û Operasyona li djî Qandîlê li dar xistin. Ji sala 2016'an heta niha Reîma yek zilamî qanûn, daraz, meclîs, medya, zanist, huner, zanîngeh, arteş û brokrasî tev bi xwe ve girê daye. Pergala Serokatiyê ku di zanistiya siyaset û hiqûqê de pênaseya wê tune ye ‘Serdema Komara Otokratik û Teokratik' ketiye meriyetê. Di rewşa heyî de Komara ku Mustafa Kemal armanc dikir teslîmî Tarîkata Nakşî hatiye kirin."
'XWESTIN ŞERÊ KURD Û TIRKAN KÛR BIKIN'
Emekçî, da zanîn ku dema xwestin Ocalan bi Îdamê ceza bikin, armanc kirin ku şerê Kurd û Tirkan kûr bikin û wiha lê zêde kir: "Ocalan di ferqa vê lîstikê de bû. Hewldanên xwerakirina Komara Demokratik heta salên 1990’an diçe. Agirbesta ku di sala 1993'an de hat îlankirin, tê zanîn ku ji aliyê kijan hêzan ve hatiye xerakirin. Bi hevkariya Gureş ê destûr ji Îngîlistanê girt û Çîler a tê îdîakirin ajana CIA'yê ye, dest bi konsepta îmhaya giştî kirin. Wê deme Ozal bi awayekî fikar mir. Hêzên di nava dewletê de ketin nava lêgerîna çareseriyê tev hatin tasfiyekirin."
'ARMANC KURDÊ AZAD Û DEMOKRATÎ KE'
Emekçî, da zanîn ku dîroka 9'ê Cotmehê peyama ku hewldana Ocalan a vîna demokratîk a Kurdan asteng bike dide û wiha berdewam kir: "Hewldana 9'ê Cotmehê di şexsê Ocalan de, astengiya vîna Kurdên Azad û demokratîk e. Astengiya vîna yekîtiya gelan a azad e. Ev hewldan di 9'ê Cotmehê Kobanê û dîsa di 9'ê Cotmehê di operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xwe dubare dike. Armanca hevpar a tevan Kurdê azad û demokratîk e.
Kurdê azad û demokratîk naxwazin. Dixwazin Kurd û Tirkên girêdayî xwe û kole ava bikin. Kurdên azad û demokratik hemû plan û armancên wan xera dike. Vê yekê tehamul nakin û dixwazin tasfiye bikin. Komara Demokratik û demokrasiyali Rojhilata Navîn li dijî berjewendiyên xwe dibînin. Li aliyê din Ocalan li Îmraliyê ji bo vê hewldanê xera bike û Komara Demokratîk a di fêdeya gelan, welat û dewletê de ye têxe meriyetê têdikoşe.
'OCALAN JI DÎROKÊDE DI NAVA TÊKOŞÎNA LIHEVKIRINA KURD Û TIRKAN DE YE'
Emekçî, destnişan kir ku Ocalan ji destpêka dîrokê heta niha hewl dide ku yekîtiya Kurd û Tirkan ava bike û wiha bi dawî kir: "Lê hegemonya kapîtalîst di sedsalên 19 û 20’an de netew-dewlet xist meriyetê û nijadperetî pêş xist. Li ser vî esasî naxwaze Kurd û Tirk bibin yek. Her dem ji bo Tirk înkar bikin û Kurd îsyan bikin rol pêş dixe. Ev xuya dike ku ev lîstik e û ev lîstik didome. Her dem dixwazin Kurd û Tirkan bînin hemberi hev û şer bikin. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan ji bo Bloka Îtîfaqa Demokratik û Îtîfaqa Makeqanuna Demokratîk bê xurtkirin tê dikoşe. Li ser vî esasi got 'Ger firsend bê dayîn, ezê ji bo çareseriya demokratik û rola xwe ya aştiyê bilîzim.' Got 'Ezê ji bo Komara Demokratik xizmetê bikim'. Ger ku fikra Ocalan a Komara Demokratîk têkeve meriyetê wê pirsgirêkên krîza aborî, civakî, siyasî bi dawî bibe. Çavkaniyên li şer tên xerçkirin wê ji bo xizmeta civakî bê xerçkirin. Dê betalî û xizanî bi dawi bibe. Meaşê karkeran wê zêde bibe. Ger ku di salên 1919-23'an de Komara Demokratîk bi darbeyê nehatibûya xerakirin Komara Demokratîk a Tirkiyeyê wê îro Japonya jî li pey xwe hiştibûya. Bi gotina Ocalan 'Em dê her dem hev bikujin, lê yê qezenç bike û bi ser bikeve her dem DYA Îngiltere, Îsrail, Rusya û Yekîtîya Ewropa ye."
MA / Sadiye Eser